Deriyê TV10 jî mhor kirin
10:35
JINHA
STENBOL - Mufetîş û polîsan deriyê odeya rejiyê ya TV10’ê mohr kirin.
Bi îlankirina OHAL'ê re AKP'ê bi biryarnameya KHK'ê 23 TV û Radyo girtin. Yek ji TV'yên ku hatine girtin TV10 ne. Xebatkarên TV10 li avahiya xwe dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di kanala ku şevê din polîs û ekîbên aborî bi serde girtin piştî lêkolînan girtîname hat girtin. Dema polîsan xwest deriyê kanalê mohr bikin, Pîrên Elewî, nûnerên saziyê, hunermend û siyasetmedar ketin odeya rejiyê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di nava polîs û mufetîşên ku ketin odê û xebatkaran de rageşî derket. Piştî çalakiyê polîs û mufetîşan deriyê odeya rejiyê mohr kirin û ji kanalê veqetiyan.
(zt)