‘Nikarin rastiyan di tariyê de bihêlin’

10:42

JINHA

AMED-Jinên Amedê der barê girtina tv û radyoyên muxalif de nêrazîbûn nişan dan û diyar kirin ku divê gele kurd desturê nede ku rastî di tarîyê de bimînin.

Hikumetê 12 weşanên tv’yên kurdî û 13 radyo mor kirin û û ekranên qanalên kurdî reş kir. Herî dawî weşana MED NÛÇE ji aliyê hikûmeta Birûkselê ve hat reşkirin. Nêrazîbûn û bertekên gelê kurd li hemberî reşkirina tv’yên kurdî zêde dibin. Jinên amedî bertek nîşanî vê helwestê dan û bang li gelê kurd kirin ku,xwedî li deng û tv’yên xwe derkevin.

Ji jinên amedî ya bi navê Rûken Yilmaz anî ziman ku ew vê helwestê qebûl nakin û wiha axivi; ”Em jin dixwazîn ku tv’yên me yên dengê me jinan ji cîhanê re radighandin dîsa bên vekirin û reşkirina ekranên tv’yên me bê rakirin. Em vê hişmendiyê qebûl nakîn. Ew qenalên ku denge jinan ji cîhanê re radighandin ku hatin reşkirn divê bên ronahîkirin.”

‘Ew nikarin rastiyan bêdeng bikin’

Jina bi navê Ayşe Beşalti jî da zanîn ku tv’yên rastî derdixistin holê divê bi lez ekranên wan bên ronîkirn û wiha dirêjî da axiftina xwe; ”Hikumetê di dema mûzakere dest pê kirin de digot ’Em li hemberî kurdan û zimanê kurdan nînîn’ niha bi awayekî nîşanî me dide ku êrîşî nasname û zimanê me dikin. Bi girtina Zarok tv’yê re dijberiya xwe ya li hemberî nasnameya kurdan nîşanî tevahî gelê kurd da. Hikumet bi girtina tv’yan difikire ku ew ê karibe rastiyan veşêre. Lê nikarin me ji rastîyan dûr bikin. Em kurd kurdên bere nînîn em ê li ber xwe bidin êdî em ji wan bawer nakîn heya dawiyê em ê li ber xwe bidîn û ew nikarin rastiyan veşêrin.”

‘Êrîşa li ser tv û radyoyan êrîşa li ser aştiyê û aligerên aşitiyê bû’

Ji jinên amedî Selma Ekicî jî bi lêv kir ku hikumet bi girtina tv û radyoyên kurdî dixwaze şer kur bike û wiha domand; ”Bi girtina tv û radyoyên me hikumetê dîsa darbeyek li rastiyan da. Em her roj bi hêviyek radibûn û me digot ku aştî nêze lê niha tv û radyoyên me yên ku dengê me bûn girtin û bi vê helwesta xwe aştî û çareserî xistin rewşek herî awarte ji ber ku êrîşa li ser tv û radyoyên me êrîşa ser aşitiyê û aligerên aşitiyê bû. Bi girtina tv’yên me dewlet qezenc nake. Yên ku li cem gel nebe dê her tim wenda bike. Em tv’yên xwe mamosteyên xwe û vîna xwe dixwazîn. Divê hikumet bi lez vê helwesta xwe bide sekinandin.”

‘Divê gel êrişên li ser çapemeniya azad qebûl neke’

Jina bi navê Kevser Matman jî bal kişand ser reşkirina tv’yan û got ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û wiha pê de çû;” Gelê kurd heya niha her tim bi komkujiyan re rû bi rû ma ye. Yên ku ew bêmafî û zilm derxistin holê jî tv’yên me bûn. Hikumetê ji me re digot me ji gele kurd re TRT 6 vekiriye lê TRT 6 propagandaya dewletê dike tv’ya me nîne ya hikumetê û aligerên hikumetê ye. Lê em ji wan û êrişan wan natirsîn ew çiqas êrîş bikin em ewqas hêrs dibîn. Divê gele me êrişên li ser çapemeniya azad qebûl neke. Em ê heya dawiyê li berxwe bidin û em ê bi ruhê berxweder qezenc jî bikîn.”

(zyd-be/mk)