‘Trena bêfiren ya Erdogan dê zarokên li Zarok TV bisekinînin’

12:16

JINHA

STENBOL – Edîtora ÎMC TV ya ku weşana wê bi biryara KHK’ê hat rawetandin Zekîne Turkerî, wiha got: “ Cihê ku zordestî lê hebe mafê barxwedanê rewa ye û wê berxwdêr jî hebin. Ev rewş wiha naçe. Erdogan di bê qey ew ê karibe bi trena bêfren biçe. Lê we tren dê ji aliyê zarokên li Zarok TV ve dê bê kevirbarankirn û bê sekinandin. Ev salek e Tirkiye bi faşîzmê tê rêvebirn. Li dijî faşîzmê berxwedan yek ji taybetmendiyên me ya herî girîng e.”

Ji edîtora ÎMC TV Candan Yildiz jî bertek nîşanî girtina tevîzyonê da û wiha got: “ ÎMC TV xwedî poîtîkayek weşanê ya rast û bê alî bû. Xebata ji bo weşaneke bi vî rengî ji bo min şanazî bû. Şîdet û zilma heyî mafê ragihandina bê alî ya gel ji dest girt.”

Piştî hewldana darbeyê darbe ket dewrê

Edîdîtora ÎMC TV Gulşah Karsdag jî diyar kir ku piştî hewldana darbeyê derxistina biryara OHAL’ê pêkanîneke dijdemokratîk ya li dijî mafê ragihandinê bû û ev tişt got: “ Biryara derxistina OHAL’ê li dijî kê hat derxistin piştî ku derket diayr bû. Ev encameke ku em li hêviyê bûn. Tevî ÎMC TV hemû weşanên ku hatin girtin weşanên ku ku li gorî mafê ragihandinê yê azad tevdigeriyan bûn. Lê tişta ku hat kirn pêkanînên OHAL’ê jî derbas kir. Piştî hewldana derbeyê darbe ji aliyê hikûmetê ve ket dewrê.”

Zarokên Zarok TV

Edîtora ÎMC’ê Zekîre Turkerî ya ku nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên li ser çapemeniya azad anîn ziman di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “ Li ser vê erdnîgariyê herdem çewisandin û zordestî hebû. Nihat ê gotin ku şopa hespê tevli şopa sa bûye. Kesên ku dibêjin bila tevli hev nebe hene lê ev şop ji zû ve tevlihev bûne. Lê li cihê ku zordesî hebe berxwdan rewa ye û dê berxwedêr jî hebin. Dê ev wiha neçe serî. Erdogan dibêje qey ew ê karibe bi trena bê fren biçe. Lê dê zarokên Li zarok TV vê trenê kevirbaran bikin û bisekinînin.”

(ga-dyc/dk/mk)