ROJEVA 6'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Hevseroka Meclîsa Gel Yesra Ilyas têkîldarê êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê pêk hatî, wek hedefgirtina biratiya gelan pênase kir û banga hişyariyê li gel kir.
*Xebatkara Akademiya Jinan ya Sûrê Asli Cengîz bi reçela hejîran ya ku bi xwe amade dike pitgiriyê dide herêmên xwerêveberinê.
*Di şerên mêran da destpêkirin, di bajarên ku mêran hilweşandin de, di komjiyên mêran pêk anîn… Di her demê de li her derê yên dengê aştiyê bilindkirin û bedana xwe dan ser jiyanê jin bûn û di 10’ê cotmehê de ji bo aştiyê bînin derketibû rê.piştî wê rojê 30 jinên aştî emanet kirin li ser milê jinên ku gotibûn ‘soza me ji bo we emê aştiyê bînin’ hatin hildan.
* Jinên 7 mehên salê li ser zeviyan derbas dikin li dijî mêtîngeriya keda xwe li rê û rêbazên têkoşînê digerin.
*Jinên Wanê bertek nîşanê girtina televîzyonan da û gotin: “Nekarin me bi derewan bixapînin. Em li dijî girtina deng, ziman û rengê xwe wê televîzyonên derewên desthiladariyê nîşan didin temaşe nekin.”
*Qayyûma tayînê şaredariya DBP’ê hat kirin Mala Jinê û Parqa Azadiyê girt û xebatên atolyeya mala jinê jî rawestand. Jinan got yên îradeya wan nas nakin ew jî nas nakin û banga têkoşînê kirin.