Li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê mirin li ber derî ye
10:35
Habîbe Eren/JINHA
ANKARA – Di encama îsyana ku li Girtîgeha Zarokan a Şirexê derket de 2 zarokên ‘di bin ewlehiya dewletê de jiyana xwe ji dest dan. Rêvbera TUHAD FED’ê Havva Ozcan diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Zarokan jî zarok bi xeteriyê re rû bi rû ne, di hucreya yek kesî de tên girtin û ji aliyê gardiyanan de li wan tê ferzkirn ku ‘silava leşkerî’ bidin gardiyanan.
Êrîşên heyî yên li girtîgehan ên li ser girtiyan bi ragihandina OHAL’ê re zêdetir bûn û rewşa li girtîgehên zarokan a li Tirkiyeyê jî vê rewşa xeter li ber çavan radixe. Herî dawî di encama îsyana ku li Girtîgeha Tîpa T ya Zarokan a Şirnaxê rûda de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî piştî ku birîndar rakirn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Rêvebera TUHAD – FED’ê Havva Ozcan bal kişan zextên li ser girtiyan û got ku hemû mafên girtiyan ji desên wan hatine girtin.
‘Li girtîgehan hemû mafên mirovî hatine binpêkirn’
Hava diyar kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê her bi binpêkirna mafan di rojevê de bûn; lê piştî ragihandina OHAL’ê bi giştî li girtîgehan zext zêdetir bûne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Niha li girtîgehan tu nîşanên mirovbûnê nemane û qediyan e. Niha qanûnên ku ji aliyê dewletê ve ji bo girtiyan hatibûn diyarkirn jî tên binpêkirn. Di nameyên ku ji bo me ji girtîgehan ji girtiyan ji bom e tên şandin de tê gotin ku minpêkirina mafan derketiye asta herî jor û alavên girtiyan yên taybet jî tên desteserkirn û nadin girtiyan.”
Ji aliyê gardiyanan ve tên îşkencekirn
Hava diyar kir ku di nameyeke ku ji aliyê girtiyan ve ji bo wan ji girtîgeha Tekîrdagê hatiye şandin de tê gotin ku ji ber girtiyekî destê xwe kiriye berîka xwe ji aliyê gardiyanan ve hatiye îşkencekirn û ev tişt got: “Girtî dibêjin ku gardiyan ji wan dixwazin dema ku wan bibînin divê dest ê xwe nexin berîka xwe û ji bo wan di cihê xwe de bisekinin û wan tehdît dikin.”
Zext û şîdeta li ser jinên li girtîgehê
Hava diyar kir ku li ser girtiyên jin jî zext zêde bûne û wiha got: “ Li ser jinên girtî jî zext roj bi roj zêde dibin û mafên wan tên binpêkirn. Li girtîgehan qadên hevpar hatine qedexekirin û çûna wan ya ji bo nexweşxaneyê jî hatiye qedexekirin. “
‘Zarok bi mirinê re rû bi rû ne’
Hava bal kişand se rewşa girtîgehên ku zarok di wan de ne jî û wiha got: “ Li girtîgehên zarokan mirin li ber derî ye. Zarok talûkeya jiyanê dijîn. Zarok ji 15 rojan carekê bi malbatên xwe re diaxivin û axaftina wan a bi hevalên wan re jî hatiye qedxekirn. Her roj ji aliyê gardiyanan ve li koguşên zarokan di bin navê lêgerînê de zext tên meşandin û zarok tên ten tehdîtkirn. Ji zarokan re ji aliyê gardiyanan ve tê gotin ku kesekî we tune ye û em çi bibêjin divê ku hûn bikin. ”
‘Dê Sîncan jî bibe mîna Şirnexê’
Hava got ku li girtîgeha Şirnexê ya Zarokan îsyan derket û ya Sîncanê jî bi vê hestriyê re rû bi rû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Êrîşên li ser zarokên girtî zêde ne li Girtîgeha Zarokan a Şirnexê îsyan derket û di encamê de zarokan jiyana xwe ji dest da. Di be ku li girtîgeha Sîncanê jî di beşa ku ji bo zarokan hatiye veqetandin de ev xeterî rû bide. Ji ber ku zarok ji aliyê gardiyanan ve rastî şîdetê tên.”
(sy/mk)