Gurbetelli Ersoz 22 sal berê gotibû: Ev agir dê we jî bişewitîne
11:30
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE – Berî 22 salan Gurbetelli Ersoz bi manşeta “Dê ev agir we jî bişewitîne” bersiv dabû yên ji wan tirsiyane û rojname bombakiribûn. Gurbetelli li hember tindî û girtinên ser wê berdewam dikirin di sala 1995’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe û di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de li çiyayên ‘lê dilê xwe nexişandî’ tevlî bêdawiyêbû.
Gurbetelli Ersoz a ku li hember pergala deshilatiya mêran bûyî bersiv bi şêweyê jiyana xwe û hînbûnên xwe ji bo jinan û tayîbetî jî jinên rojnameger bûye rohaniyek herdemî. Gurbelelli di salên 1990’an dema şewitandina gundan, komkujiyan, înfazan û faîlên kiriyar nediyar wê bê tirs tiştên li Kurdistanê dihatin jiyandin dinivîsî û pênûsa Ozgur Gundema ku rastî ji tarîtiyan derdixist dewirgirt. Di wan demên şerê hişmendiya deshilatiya mêran bi hemû dijwariya xwe berdewam dikir, Gurbetelli gernendehiya giştiya rojnamê dikir. Wê piştî mirina xwe ji bo yên li peyî xwe “Jina dilê xwe li çiyayan nexişandî” nivisiye û hêlaye.
Giyana azad ji Gurbetelli girtin
Gurbetelliya li hemberî hişmendiya tekane ya demê têkoşîn dida û ew giyan gihandî çapemeniyê hat girtin derket cardin li rojnamê berdewam kir, paşê jî dilê xwe li çiyayan nexiş kir. Gurbetelli di sala 1965’an de li gundê Ziver ê navçeya Palu ya Xerpêtê hatiye dinê. Ciwanên gund ji sekin û giyana Gurbetelli bandordibin. Piştî Gurbetelli navê Ziver êdî bi berxwedanê derdikeve. Piştî Gurbetelli gelek ciwanên gund berê xwe didin nava refên têkoşînê. Gurbet li Fakulteya Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurovayê peyîwir girtibû. Di sala 1983’an de li Zanîngeha Çukurovayê rêxistina Welatparêzên Şoreşger avadikin. Her sal di nava zanîngehê de çalakiyên cuda dikin, paşê jî Turnuvaya Futbolê çêdikin. Li Edeneyê bi bandora derdorên kovara Hedef siyaset û şoreşgeriyê nasdike. Di sala 1989’an de tê girtin. Di Nîsana sala 1993’an de dema ku derdikeve di Ozgur Gundemê de dest bi xebatê dike.
6 mehên dinê jî di girtîgehê de ma
Di 10’ê kanuna sala 1993’an Roja Mafê Mirovan a Gerdunî polisan ser rojnama Ozgur Gundemê de girtin û xebatkarên wê girtin binçavan. Hinek ji xebatkarên rojnamê hema berdan. Gurbetelli Ersoz li gel 17 xebatkarên rojanmê 13 rojan dibin çavan de hêlan, paşê di 23 yê kanuna sala 1993’an de derxistin jimara 5’an a Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Stenbolê. Bi hinceta “endamên rêxistinê ne” Gurbetelli Ersoz û Mudurê İdarê Ali Riza Halis girtin û şandin Girtîgeha Bayrampaşa yê. Gurbetelli nêzî 6 mehan li Girtîgeha Bayrampaşa ma, di 16’ê Hezîrana sala 1994’an derket, hinekdin jî xebatên rojnamê kir. Paşê ji ber tindiyan berê têkoşîna xwe da çiya yan, di sala 1995’an de tevlî nava refên PKK’ê bû û di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de li Başurê Kurdistanê tevlî bêdawiyêbû. Rojniviska wê ya bi navê “Rojniviska Gurbetê Min Dilê xwe li Çiyayan neşkiriye” ku di navbera salên 1995-97’an de nivisiyî bûye pirtûk.
'Dê ev agir we jî bişewitîne'
Gurbetelli bi jiyana xwe bersiv dida pergala tekane ya deshilatiya mêran. Ji 27 nivîskar, nûçegihan û belavkarên rojnama Ozgur Gundemê piranî di failên kiriyar nediyar de hatin windakirin. Di derbarê jimarên 580 û 486’an de doz hat vekirin û ji bo xebatkarên rojnamê bigiştî 147 sal ceza hat dayîn.
Di 3 yê kanuna sala 1994’an de jî buroya rojnama Ozgur Gundemê ya Stenbolê hat bombakirin. Di dema êrîşê de xebatkarê rojnamê Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebtkarên rojnamê jî birîndarbûn. Roja dinê rojnama ku derketî wêneyên bombabaranê bikaranîne û dibinî de jî Gurbetelli sernava “Dê ev agir we jî bişewitîne” daniye.
Gotina wê weke mîras ma
Di sala 2016’an de 19 sal derbasbû ku Gurbetelli jiyana xwe ji dest dayî hîna êrîşên ser rojnama Ozgur Gundemê berdewam dikin. Di derbarê rojnama Ozgur Gundemê de gelek doz hatine vekirin. Ji bo balkişandina ser van dozan kampanya ya Nobeta Hevgernendehiyê hatibû despêkirin. Di derbarê gelek kesên beşdarî nobetê bûn de doz hatin vekirin û carekdin rojname hat girtin. 12 TV û 11 radyoyên din ên muxalîf hatin girtin. Gotina Gurbetelli ya “Dê ev agir we jî bişewitîne” ji bo rojnamegeran mîras ma.
‘Di malê de jî fermandara me bû’
Xwişka Gurbetelli Zeynep Ersoz wiha qala wê kir, "Ew di malê de jî fermandara me bû. Gurbetelli di çavê me de xudawendekbû. Weke li çiyan fermandarek bi dadbû, di malê de jî bi hema şêweyî fermandarekbû. Pir ji me hez dikir, hemû hêza xwe dida başbûna me, me jî ji wê helwesta wê hêz digirt.” Zeynep destnîşan kir ku Gurbet pitûka “Kayip” xelatî wê kiriye û wiha domand: “Ew yekem pirtûka min xwendîbû, ez ticarî ji bîr nakim. Ji ber bi wê pirtûkê heskirina min a xwendinê çêkir û paşê jî bi dehan pirtûkên pêşiniyar kirî min xwendin. Wê bi xwe gelek ji pirtûkxwendinê hez dikir, dixwest em jî hezbikin.”
Zeynep bilêv kir ku Gurbetelli rih sivikbû ji bo wê li gel her kesê bû û wiha berdewam kir: “Ki nexweşketibana yan tiştek lêhatiba gazî Gurbetê dikirin. Ew diçu û alikariya her kesê dikir. Ji alikari kirina mirovan gelek hez dikir. Ji ber wan nêzikatiyên wê, ez jî bûm tenduristvan.”
Zeynep anî ziman ku heya 14 saliyê ew her dem bi xwişka xwe re bûye û wiha dom kir: “Min pir nedizanî bi çi re mijul dibe. Wê demê her tişt qedexebûn û tindî pirbû. Her roj bi sedan girtin çêdibûn, ji bo ku ziyanê nede me peyîwira xwe pir bi başî dikir, kesê nedizanî çi dike.”
Zeynep roja ku li Stenbolê rojnama Ozgur Gundemê xwişka xwe Gurbetelli ziyartekirî wiha vegot: “Dema ku min wê rêzdarî û heskirina hevalên Gurbet li hemberî wê dit min gelek heskir û ez gelek hesidîm. Dema ku min Gurbet wiha dît ew êdî di çavê min de weke xudawendan bû û ew heskirin û heyiraniya min a li hemberî wê hîn zêdetirbû.”
'Ozgur Gundem bê Gurbet û Gurbet bê Ozgur Gundem nedibû'
Herî dawî Zeynep ji bo girtina rojnamal Ozgur Gundemê wiha got: “Em weke malbat dema ku me bihîst rojnama ku Gurbet ber de ked dayî û nirx didayê hatiye girtin em gelek xemgînbûn. Dema ku digotin Ozgur Gundem her dem Gurbet dihat bîra me. Ew weke parçeyek ji malbata mebû, ji ber ku xwişka min Gurbet her dem bi Ozgur Gundemê dihat bîranîn. Yên xwestine keda wê tinebikin dê ticarî bisernekevin. Dê Gurbet bê Ozgur Gundem nebe. Dê ticarî bi tindiyan nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin.”
(zt)