Li Kolombiyayê bi hezaran kes ji bo aştiyê meşiyan
12:01
JINHA
Nanvenda Nuçeyan- Li Kolombiyayê bi 10 hezaran kes ji ber ku peymana aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de ji ber 63 dengên zêde hat redkirn ji bo ku piştgiriyê bidin peymana aştiyê li gelek bajarên welat çalakiya meşê pêk anîn.
Li Kolombiyayê bi deh hezaran kes, ji ber ku peymana aştiyê ya navbera hikûmet û Hêzên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de di dengdayîna ku hat kirn de 63 deng zêde derketin nehat îmzekirn meşiyan û xwestin ku peymana aştiyê bê îmzekirn.
Meşa ku li 14 bajaran pêk hat li ser medyaya civakî hat organîzekirn. Bi giştî 26 zanîngehan piştgirî dan çalakiyê.
Li payitaxt Bogotayê jî kesên ku tevli meşa aştiyê bûn, mûm pêxistin û alên spî hildan. Ji çalakvanan Carlos Charryy ê ku ji ajansa Assocîated Press re axivî wiha got: “ Divê ku aştî neyê taloqkirn. Dem hatiye ku divê herkes vê bizanibe ku ev 52 sal in em di şatiyê de israr dikin.”
(dk/mek)