Li Efrînê malbatek keça xwe diyarî YPJ'ê kir

12:27

JINHA

EFRÎN - Li gundê Durakliya malbata Xemlîn Şêxo bi merasîmekê keça xwe diyarî YPJ'ê kir.

Li gundê Durakliyan ya Navçeya Şera ya Efrînê malbata jina ciwan Xemlîn Şêxo, bi merasîmekê keça xwe diyarî refên YPJ'ê kirin. Di merasîmê de dayika Xemlîn Şêxo bi nasnav (Şîlan Sîdar) Fatma Silêman çek diyarî keça xwe kir û diyar kir ku, ew bi tevlîbûna keça xwe serbilinde. Fatmayê anî ziman ku divê tevahî dayik keçên xwe bikin bûk û diyariyê Kurdistanê bikin.

Bavê Xemlînê Nûrî Şêxo jî da zanîn ku ew bûye bavê du şervanan û got ku ew bi tevlîbûna zarokên xwe serbilinde.

Xemlînê jî di merasîma tevlîbûna xwe de diyar kir ku ew biryara tevîbûna têkoşînê daye û wiha domand: "Bi tevlîbûna têkoşînê gelek kêfxweşim. Banga min ji bo ciwanên ku berê xwe dane Ewropa û Tirkiyeyê heye; divê ji bo parastina axê xwe tev werin. Ji ber ax dayike û dayik jî pîroze."

Piştî axaftinan bi diyarî û gerandina govendê merasîma tevlîbûnê bi dawî bû

(so/rc)