Xwendekar ne bi waneyan bi nexweşiyan re mijul dibin
13:04
JINHA
WAN – Li dibistanek a navçeya Rêya Ermîşê ji ber nebûna karmendê paqijiyê, dibistan tev qirêj bûye û nexweşî zêde dibin. Malbatên xwendekaran gotin: “Em dixwazin dengê me bê bihîstin zarokên me perîşanbûn.”
Dibistana seretayî û navîn a Lutfiye Binnaz Saçli ya taxa Hacibekira Rêya Ermîşê ya Wanê ji ber nebûna karkerê paqijiyê her der qirêjin û ji ber qirêjiyê nexweşî zêde dibin. Malbatên xwendekaran diyar kirin ku ji ber qirêjê zarokên wan nexweşdikevin. Malbatan dan zanîn ku zarokên wan li dibistanê bi xwe paqijiya xwe dikin, li gorî ku ev rewş ji rêveberiya dibistanê re gotine re jî tiştek nehatiye guhertin. Yek ji xwendekaran got: “Hefteya despêkê dibistan gelek qirêjbû. Dayika hevalek me yê xwendekar hat dibistanê refa me paqij kir.
(db/zt)