Extiyar û ciwan di hilanîna mehsereyan de hatin gel hev
14:07
JINHA
AMED – Extiyar û ciwan di serdema hilanîna rezan de hatin gel hev û bi hev re batîq û benî çêkirn.
Yekîneya extiyaran a ku di bin banê Daîreya Civakî y Şaredariya Bajarê mezin a Amedê de xebatên xwe dimeşîne, ji bo ragihandina çandê ji nesên nû re xebatên xwe berdewam dike. Extiyar û ciwanên ku di xebatên cuda de hatin cem hev, vê carê ji bo hilanîna rezan (mahsere) hatin cem hev. Li Erxeniya Amedê extiyar û ciwanên ku li taxa Karpuzlu hatin gel hev şîreya tiriyê ku ji rezan anîn berdan niqre û sîtlandan. Her wiha gebûla ku ji şîreya tirî û ard hat çêkirn ji aliyê extiyar û ciwanan ve li çaran hat xistin û beniyên ji guzan jî di gebûlê hatin dakirn.
(dk/mk)