Li Hesekê 20 kes hatin oxir kirin

15:12

JINHA

HESEKÊ- Cenazeyên 20 kesên ku li Hesekê di encama êrîşê bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî hatin definkirin.

Li rojavayê Kurdistanê di 3'yê cotmehê de li Hesekê û gundê Sifayê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî girseyî li goristana Gundê Şercî hatin definkirin. Bi hezaran kesan bi armanca wergirtina cenazeyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê û cenazeyên 20 kesên wergiritin. Karwana ku ji sedan wesayîtan pêk tê bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin xemilandin. Welatiyan bê navber diruşmeyên “Şehîd namirin” beriz dikirin.

(kom/rc)