Bernameya ‘Nepoxa Sor’ diyar bû

15:21

JINHA

MERSÎN – Bernameya kampanyaya ‘Nepoxa Sor’ ya ku Platforma Jinan a Mêrsînê der barê îstismara li ser zarokan dabû destpêkirn diyar bû
Bernameya Kampanayaya ‘Nepoxa Sor’ a ku ji aliyê Platforma Jinan a Mêrsînê ve li dijî îstismara li ser zarokan hatibû destpêkirn diayr bû. Kampanyaya bi navê “Nepoxa Sor” dê di 9 cotmehê de bi şahiyeke zarokan li Ozgur Çocuk parkê starta xwe bide. Her wiha dê kampanya bi şahiya ku ji aliye zarokan ve bê lidarxistin di 20 mijdarê Roja Mafên Zarokan de bi dawî bibe.

Di çarçoveya vê kampanayê de hevparên platforma jinan, bi gelek saziyên sivîl yên civakî, şaredarî, Koma Jinên Dêra Ortodoks, Egitîm Sen, Navenda Perwerdê ya Gel û bi Zanîngeha Torosê û ya Çag re hevdîtn kir.
Plansaziya kampanyayê wiha ye:

"9’ê comehê: Li Ozgur Çocuk Parki şahiya zarokan,

11’ê cotmehê: Bi Egitîm Sen’ê re bi mijar îstîstmara zarokan xebata aotolyeyê,

22’yê cotmehÊ: Bi hevkariya Kuluba Bîskletê ya Mêrsînê tura bîsîkletê,

28 ‘ê cotmehÊ : Li şaredariya Akdenizê pêşangeha wêneyan
5’ê mijdarê : Li Şaredariya Mezitliyê tevî zarokan pêşangeha wêneyan ,

12 ‘ê mijdarê: Ji aliyê Komîsyona Zarokan a Baroya Mêrsînê ve komxebata atolyeyê,

20’ê mijdarê: Bi minasebeta Roja Mafên Zarokan a Cîhanê Li Navenda Kongreyê ya Yenîşehirê, şahiya zarokan û pêşangeha wêneyan dê bê vekirin.

(mg/dk/mk)