Kedkarên Van TV: Me bêhnok danî em ê dîsa bên
18:11
Cotmeh
6
/ 2016
JINHA
WAN – Çalakiya nobedariyê ya xebatkarên Wan TV û Dogu Radyoyê di roja 7êmîn de jî berdewam kir. Xebatkaran diyar kir ku ew dibe ku di vê serdemê de nikaribin bibin dengê gel, lê ew bêhnokê datînin û gotin ku dê disa bên.
Çalakiya xebatkarên Wan TV û Dogu Radyoyê yên ku bi biryara KHK’ê weşana wan hat rawestandin di roja 7’emîn de jî berdewam kir. Xebatkarê ku bertek nîşanî girtina TV û radyoyê dan û wiha gotin: “ Dibe ku em di vê serdemê de nikaribin bibin dengê gel. Lê em bêhnok datînin û em ê dîsa bên. “
(db/ng/dk/mk)