Cenazeyê Eylem Ataş piştî 101 rojî hat wergirtin

08:58

JINHA

MÊRDÎN– Şervana BOG’ê Eylam Ataş a ku dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê nedihat dayîn, piştî 101 rojî şûn de ji aliyê malbatê ve cenazeyê wê hat wergirtin.

Cenazeyê şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku dema di pêngava rizgarkirina Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê 101 rojî li sînor dihat rawestandin, ligel hewldanan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Hat diyarkirin ku cenazeyê Eylemê şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Eylem wê li Edenê bi aweyek girseyî bê veşartin.

(ea/rc)