ROJEVA 7'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Her çend ku şeş sal di ser erdheja Wanê re derbasbûne jî birînên erdhejzedeyan nehatine dermankirin û hê 6 mal di konteynirên erdhejê de ligel zarokên xwe têkoşîna jiyanê didin. Daxwaza jinan ew e ku di mehên zivistanê de bi zarokên xwe re li avahiya xwe bijîn.

* Rojnamevanên jin di 19’emîn salvegera jina şoreşger a rojnamevan Gurtbetellî Ersoz de ew bi bîr anîn û wiha gotin: “ Em ji Gurbetellî hînî rojnamegeriyê bûn û heta ku em rojnamegeriyê bikin em ê li ser şopa wê bin”

*Jinên ku di Atolyeya Hêvî de dixabitin destûr nedan ku qayûm atolyeya wan bigire. Jinan diyar kirin ku ji ber Hêvî çavkaniya debara wan e ew naxwazin atolye bêgirtin.

*Li Kobanê jin hovîtî û talana ku çeteyan li ser xwezayê pêk aniye bi çandina daran û zeviyan şopê şer û wêraniyê digrin.

*Di ser komkujiya 10’ê cotmehê de salek derbas bû û yên şahidiya komkujiyê kirin diyar kirin ku piştî teqînên li pey hev pêk hatin, qêrîna aştiyê ya li Gara Tirînê şênbertir bûye. Şahidan diyarkirin ku rastî êrîşa polîsan hatine û ji ber êrîş û dereng hatina ambulansan windahiya can zêde bûye.

*Bi hatina payîzê re jinan tiriyên ji rezan berhev dikin, dikin bastik, dims û gelek xwarinên din. Li gundê Saricak a Gêlê jin dimsê çêdikin û ev jî dîmenên rengîn derdixe holê.

*Muzeyen Guzel ya bi dirûtina cilên xwe dest bi dirûnvaniyê kir dukan vekir û 13 sale dirûnvaniyê dike. Muzeyyenê got divê hemû xwe li malê heps nekin û li dijî pergalê rawestin.

* Amedspor îsal bi qedexeyên deplasmanê re rû bi rû ne. Aligirên jin diyar kirin ku ev qedexe bê mafin û gotin wê qedexeyan nas nekin.

*Li Artemîta Wanê hilberînên zivistanê yên hatine amadekirin li ser tezgahan cih girtin.