‘Jinên kurd ew ê li ser heqîqetê bimeşin’

09:02

JINHA

AMED- Rojnamevanên jin di 19’emîn salvegera jina şoreşger a rojnamevan Gurtbetellî Ersoz de ew bi bîr anîn û wiha gotin: “ Em ji Gurbetellî hînî rojnamegeriyê bûn û heta ku em rojnamegeriyê bikin em ê li ser şopa wê bin”

Jinên Rojnameger jina têkoşer û rojnamevan ya Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetllî Ersoz bi bîr anîn û wia axivîn: “Me ev emanet ji wê girt û heta ku hêzame hebe em ê li ser şopa wê ya heqîqetê karê xwe berdewam bikin.”

Dê pênûsa wê li erdê nemîne

Ji jinên rojnamevan edîtora Azadiya Welat Elîf Can Alkan der barê Gurbet Ellî de axivî û wiha got: “Rojnamevanên me yên jin ên kurd bi saya Gurbetellî Ersaz pêşve çûn û me ev emanet ji wê girt. Jinên kurd dê herdem li ser rêya heqîqetê bimeşin. Di van rojên ku li ser radyo û kanalên televîzyonan yên muxalîf de ku êrîş pêk tên îro rojnamevan Gurbet ellî Ersoz jî dikeve 19’emîn salvegera şahadeta we. Ev êrîşên ku tên kirin di serî de jinên çapemeniya azad hedef digirn. Lê em şopdarên heqîqetê û Gurbet ellî ne em ê têkoşîna xe bidomînin û pênûsa Gurbetelliyê li erdê nehêlin.”

‘Vê zilmê ya salên 190’î derbas kiriye’

Edîtora Azadiya welat Evîn Buldan jî ya ku Gurbet ellî ersoz bi bîr anî bal kişan ser zilma AKP’ê ya îro ku tê meşandin û ya salên 190’î anî ber hev û wiha got: “ Mirov gava ku li salên 90’î dinêre mirov dibîne ku zilma faşîst çiqasî li ber xwe daye û çawa hatiye vê rojê dibîne. Di vê serdemê de zilma ku 12 îlonê derbas kiriye ya Erdoğan heye. Gava ku mirov salên derbasbûyî û yên niha tîne ba hev zilma niha ya salên 90’î derbas kiriye. Hê îro jî gundên kurdan, malên wan û bajarên wan tên bombebaran kirin. Mirov tên kuştin û tên îşkencekirin. Her wiha jinên kurd Erdogan teşhîr kirne, serî natewînin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘JINHA kevneşopiya xwe ji Gurbetellî digire’

Qameremana Gun TV’yê Sakîne Kilavuz bal kişand ser kevneşopiya Gurbetellî ya çapemeniyê û got ku JINHA kevneşpiya xwe ji Gurbetellî girtiye û whia got: “JINHA ya ku îro zimanê jinê bi kar anî û wiha got: “ Ev kevneşopî ji salên 90’î de heye û Gurbetellî Ersoz ev kevneşopî nîşanî me da. Kevneşopiya çapemeniyê, zimanê jinê û pênûsê wê, dîmena ku kişandiye hemû rastiyan derdixe holê. Ji vir û şûnde jî ew ê ev kevneşopî berdewam bike.”

Qameramana IMC TV’yê Emgîhan Gulmez jî Gurbetellî bi bîr anî û wiha got: “ez jî wek jineke rojnemevan a kurd Gurbetellî bi bîr tînim . Em Jinên kurd dengê xwe û rengê xwe ji JINHA’ya ku kevneşopiya Gurbetellî dide meşandin digirin.”

(ra-şa/mk)