Hêvî çavkaniya debarê ya jinan e
09:04
JINHA
ÊLIH – Jinên ku di Atolyeya Hêvî de dixabitin destûr nedan ku qayûm atolyeya wan bigire. Jinan diyar kirin ku ji ber Hêvî çavkaniya debara wan e ew naxwazin atolye bêgirtin.
Di 2011’an de di bin banê Şaredariya Êlihê de ji bo îstihdama jinê Atoliyeya Hêvî hat vekirin û ji bo jinan bû çavkaniya debarê. Bi salane ku bi sedan jin li Atolyaya Hêvî kursên dirûna kincan, kuafor, xalîçe û hwd dibinin û fêrî hûnera destan dibin. Jinên ku bi keda destên xwe berhemên nû hildiberîn bi firotina wan jî debara xwe dikin. Dema di 11’ê îlonê de qayûm tayînî şaredariya Êlihê kirin, Atolya Hêvî bû hedefa qayûmê û biryar hat girtin ku atolyeya niha 60 jin tê de kursê dibinin bê girtin. Jinên li atolyayê kursê dibinin û jinên taxê nerazîbûn nîşanê biryarê dan û bi berxwedaneke mezin gotin ku ew ê destûrê nedan atolyeya wan bê girtin. Qayûm li hemberî berxwedana jinan biryara girtînê carekdin paşve vekişand.
‘Me jinan bere xwe da Atolya Hêvî’
Jina bi navê Leyla Ataş ku bi salan e di Atolyeya Hêvî de xalîçekan çêdike û debara xwe pê dike diyar kir ku atolye ji bo wan gelek giring e û naxwazin ku atolye bê girtin. Leylayê wiha bertek nîşanî biryara girtina atolyayê da: “Rewşa me ya aborî ne baş e. Li vê taxê ya tu kesî jî ne baş e. Piştî ku Atolyeya Hêvî vebû me jinan bere xwe dan vê atolyayê. Em bi pereyên ku ji kursê distinin debara xwe dikin û Hemû mesrefên zarokên xwe jê derdixin. Lewra em destûrê nadin bê girtin. Ji bo neyê girtin em ê her tiştî bikin.”
‘Em naxwazin atolye li jinan bê qedxekirn’
Medîne Turgut jî anî ziman ku ew naxwazin atolyeya ya ku çavkaniyawan a debarê ye bê girtin, ji ber ku atolya wek mala wan e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berî bi çend salan ez ji Stanbolê hatim Êlihê û min li atolyayê dest bi kar kir. Bi salan e ku ez li vir bi hevalên xwe yên jin re dixebitim. Em hemû mesref û pêdîviyên xwe ji vir derdixin. Bi carekê re hatin û gotin ku ew ê bigirin. Lê em vê naxwazin. Em naxwazin ku atolye bê girtin ji ber ku çavkaniya me jinan a debarê ye.”
Her wiha jinên ku di atolyayê de dixebitin hefê 5 rojan ji serê sibehê heta êdvarê dixebitn û kursên xwe berdewam dikin.
(ho/mk)