10’ê cotmehê: Kesên xwestin bê xwîn li ezmanan binêrin (3) - DOSYA

09:06
DOSYA" class="social-twitter">

Şahid: Êrîşa polîsan û dereng hatina ambulansan winda zêde kir

Habîbe Eren/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser komkujiya 10’ê cotmehê de salek derbas bû û yên şahidiya komkujiyê kirin diyar kirin ku piştî teqînên li pey hev pêk hatin, qêrîna aştiyê ya li Gara Tirînê şênbertir bûye. Şahidan diyarkirin ku rastî êrîşa polîsan hatine û ji ber êrîş û dereng hatina ambulansan windahiya can zêde bûye.

Di ser komkujiya 10’ê cotmehê ya li Enqereyê de salek derbas bû û 10’ê cotmehê wek ‘qêrîna aştiyê’ di hişan de ma. Wê rojê ji her derê Tiriyeyê kes çibûn Enqereyê ku daxwaza aştiyê qîr bikin. her kes di saetên sibehê yên zû de li ber gara Tirînê bû. lê saet di 10.04’an de ew pankart û dovîzên li ser aştî nivîsandibûn di xwînê de gevizîn.

Yên wê rojê li wir bûn û şahidiya bûyerê kirin diyar dikin ku ji wê rojê heta îrohatiye dîtin ku qêrîna aştiyê çiqas di cih de ye.

‘Yek ji komkujiyên herî mezin’

Parêzera Komeleya 10’ê Cotmehê Îlke Işikê diyar kir ku teqîna di mîtîna HDP’ê ya Amedê de destpê kir piştî wê berdewam kir û piştre li Pirsûs, Enqere, Sultanahmet, Dîlok û gelek cihên din berdewam kir. Îlkeyê got: “Komkujiyên wisa xemgîn hev û din zêde kirin. Ev welat vedigere welatê komkujiyan.”

Îlkeyê wiha berdewam kir: “Me piştî 10’ê cotmehê wiha gotibû. Ev ne komkujiyek ji rêzê ye, bi ratî yek ji komkujiyên herî mezin yên DAIŞ’ê bû û me got ku ger ev komkujî ronî nebe wê li welat komkujiyên din çêbin. Me gotibû wê êdî li kolan, maker, rawestgehan nekaribin bimeşin. Tiştên me gotibûn hemû piştrast bûn.”

‘Ji bombeya zindî agahdar bûn’

Îlkeyê bi lêv kir ku teqîn li nêzî wê pêk hatiye û got: “Ji çar aliyê welat bi dehezaran kes hatibûn. qelebalixek mezin hebû. Piştî komkujî û teqînê şûnde, me hîn kir. Navê bombeyê zindî hatiye zanîn û gelek îxbar hatine girtin. Di saeta zû ya sibehê de di îstîxbaratên hatiye de hatiye gotin ku wê DAIŞ li cihê herî qelebalix yê mîtîngê bi bombeya zindî êrîşê pêk bîne. Agahiya me tinebû. Komîteya tertîp jî bê agahî bû. Em ji bo aştî û azadiyê hatibûn cem hev.”

'Piştî komkujiyê êrîşa polîs pêk hat’

Îlkeyê wiha berdewam kir: “ Me aştî dixwest. Ji ber pêvajo li welat dîsa vegerî bû şer. Me got bila şer biqede aştî bê. Niha em dinêrin li rewşa welat, dibînin ku em ji bo daxwazeke mafdar hatibûn cem hev.”

Îlkeyê got teqîn û piştî teqînê di demeke kurt de pêk hatiye û êrîşa polîsan jî wiha vegot: “Piştî êrîşê, êrîşa polîsan, ava şid, gaz bi ser me de hat. Em di nava xofek mezin de bûn. Polîs bi ser mede dihatin. Min digot her hal vana wê êrîşê men ekin, wê êrîşê birîndaran nekin. Lê hemû kirin. Em bi birîndaran re mijûl dibû, wan bi gazê mudaxale kir.”

Îlkeyê diyar kir ku tevî divê ambulans zû bihatana, nehatine û got endamên TTB û SES’ê li wir hebûne û ev avantajeke mezin bûye. Îlkeyê got birîndar ji ber gaza bombeyê mirine.

‘Me me strana aştiyê distra 101 rêhevalê me çûn’

Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden jî wê rojê li mîtîngê bû. Gonulê anî ziman ku sala borî van deman xebatên mîtîngê bi kelecanek mezin dimeşandin û got: “Em li dijî polîtîkayên şer û şerê li welat, ji bo aştiyê qîr bikin xwe amade dikir ku bên cem hev. Nedihat hişê kesî k udi mîtîna Aştiyê de êrîşa bombeya zindî pêk bê. Her kes ji bo aştiyê ketibûn rê. Dema me strana aştiyê distira 101 rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan.”

‘Êrîşa polîsan û derenghatina ambulansan’

Gonulê wiha berdewam kir: “Me hevalên xwe yên li erdê ketibûn dît. Ev ji bom e ne hêsan bû. ji ber em saziyên rêxistinkirîbûn me bil ez refleks nîşan da. Xebatkarên tenduristiyê derbasî wir bûn û korîdor ava kirin. Bi lez mudaxaleyê birîndarn kirin. Çi ji destê me hat me kir. Dema em diçûn mudaxaleyê asteng dikirin. Polîs bi gazê êrîş dikir.”

‘Em di daxwaza aştiyê de bi israrin’

Gonulê di dawiya axaftina xwe de got ji bo aştî bî vî welatî her kes hatibû qada mîtîngê û got ew wê îro jî di aşatiyê de israr bikin.

‘Gelek kes hîna piştgiriya psîkolojîk digirin’

Endama MYK ÎHD’ê Sevîm Salîhoglu got di 10’ê cotmeha 2015’an de di mîtînga Aştî Demokrastî û Kedê de mafê jiyan û azadiya berhevbûnê bi awayekî giran hatiye binpêkirin û got dewletê di mijara pêşîgirtina binpêkirina giran de peywira xwe neaniye cih. Sevîmê wiha berdewam kir: “Hîna gelek kes pişgiriya psîkolojîk digirin. Kujer û berpirs hîna tên veşartin û mixabin ev jî gelek komkuyan di taritiyê de dihêle.”

Sibê: Piştî 10’ê Cotmehê û pêvajoya diçe dozê

(sy\hu)