Cenazeyê Eylemê ber bi Edeneyê ve xistin rê
09:46
JINHA
MÊRDÎN – Şervana BOG’ê Eylam Ataş a ku dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê nedihat dayîn, piştî 101 rojî şûn de ji aliyê malbatê ve cenazeyê wê hat wergirtin. Ji bo ku cenazê Eylem li gel hevalê wê yê heman rêyê defin bikin berbi Edeneyê ve xistin rê.
Cenazeyê şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku dema di pêngava rizgarkirina Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê 101 rojî li sînor dihat rawestandin, ligel hewldanan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Duh bişev bi hinceta rewşa ewlehiyê nehêlan bibin Edeneyê, ji bo wê serê sibê cenaze ber bi Edeneyê ve xistin rê.
Dê cenazê Eylem li gel hevalê wê yê heman rêyê şervanê BOG ê Bedrettin Akdeniz (Suphi Soşre) ê di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dayî û li Edeneyê hati definkirin bispêrin axê.
(ekip/zt)