‘Li hemberî zilmê Yunus di berxwedana Kobanê de cîh girt’

11:12

Hikmet Tunç/JINHA

WAN – Dayika Yunus Aktaş ê ku di çalakiyên 6-8 Cotmehê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî ew bi bîranî û got: “Li hember zilmê bêdeng nema û di refên pêş ên berxwedanê de cihê xwe girt. Yunus û hevalên xwe gotina; ‘Kobanê ket dê bikeve’ vala derxistin.”

Di cotmeha sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê dor li Kobanê girtin, li hemberî wê dorgirtinê û helwesta hikumeta AKP’ê li Tirkiye û Kurdistanê gel rabûn serpiyan. 6-8’ê Cotmehê çalakiyên ji bo Kobanê weke “Serhildana Kobanê” derbazî dîrokêbû. Hema li her derê welatî daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman, li gel hemû êrîşên hêzên dewletê û kontrayan jî welatiyan kolan neterikandin û gotina: “Kobanê ket dê bikeve” vale derxistin.

'Ji bo cejnê hat ji Wanê derneket'

Ji ciwanên di oxira Kobanê de canê xwe fedakirin yek jê jî Yunus Aktaş bû. Yunusê hîna 18 salîbû, birayê girtiyê nexweş Ergin Aktaş ê ku niha li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê dimîne ye. Dayika Yunusê li Taxa Beyuzumu ya Wanê dema di nava kolanê de qêrdikir bûyî hedefa guleyan Fatma Aktaş ew bibîranî. Fatma da zanîn ku Yunus li Bazida Agiriyê di înşihatekê de dixebitî û wiha domand: “Ji bo cejnê hat Wanê. Wêdemê bûyerên Kobanê bi rojan berdewam kir. Ji bo Kobanê xwedîderketinek pir mezin hebû. Her şev ciwanan di nava taxê de lastîk dişewitandin û êrîş protesto dikirin. Wê rojê kurê min jî li gel hevalên xwe tevlî çalakiyanbû. Polisan bi TOMA û wesayitên zirxî dora taxê girtin, ava şid û gaza îsotê ser taxê direşandin. Kurê min dema ku di 8’ê cotmehê der li gel hevalên xwe derket nava taxê ji aliyê polisan ve hat gulebaran kirin. Wê rojê li gel du hevalên xwe birîndarbû. Her du hevalên wî birîndarbûn, birîna kurê min gelek giranbû û jiyana xwe ji dest da.”

'Kobanê neket'

Fatma destnîşan kir ku kurê wê Yunus du rojan di beşa giran a nexweşxanê de ma, li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin. Fatma bilêv kir ku cenazê kurê wê Yunus ji aliyê hezaran welatiyan ve hat definkirin û wiha berdewam kir: “Kurê min li gel ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hat definkirin.”

Fatma anî ziman ku divê cardin giyana Kobanê zindîbibe û wiha dom kir: “Ger weke berxwedana Kobanê giyanek wiha derketibana, niha hikumeta AKP’ê cesaret nedikir wiha bi ser kurdan de bê. Kurê min jiyana xwe ji dest da lê Kobanê neket. Kurê min û hevalên xwe gotina; ‘Kobanê ket dê bikeve’ vala derxistin. Ev ji bo min çavkaniya moralêye. Ez bi kurê xwe serbilindim û li hember têkoşîna wî rêzdarim.”

'Tiştên li Ergin dikin her dem dipirsî'

Bavê Yunus Tahir Aktaş jî wiha got: “Yunus her dem tiştên li birayê wî Ergin dikin dipirsî. Ev bêdadî nedipejirand. Jiyan dipirsî. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser gelê kurdi nepejirand û ew êrîş Yunus ber bi berxwedanê ve kaşkir. Ev 2 salin ên Yunus qetilkirin nehatin dîtin. Li gel ku me hemû rêyên hiquqî ceribandin jî ti encam nehat girtin.” Tahir da zanîn ku di doza wan vekirî de biriyara neşopandinê derket, niha jî serî li dadgeha bilin dane û li benda encamê ne.

(zt)