‘Televîzyonên hatin girtin rewşa Şirnexê nîşan didan’

11:46

JINHA

ŞIRNEX – Jinên ku ji ber dorpêçê li Şirnexê di konan de dijî ndiyar kirin ku televîzyonên hatin giritn ji ber ku rewşa Şirnexê nîşan didan hatin girtin û gotin ku ji ber van televîzyonan dengê wa n ji cîhanê re radighandin hatin girtin.

Ji bo televîzyon û radyoyên ku di çarçoveya OHAL’ê de bi biryara KHK’ê hatin girtin bertekek jî ji gelê Şirnexa ku bi hilweşînê re rû bi rû ye hat. Jinên li Şirnexa ku ji 14’ê adarê de qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike ji bo ku axa xwe neterikînin di konan de dijîn der barê girtina televîzyon û radyoyên hatin girtin de nerazîbûnên xwe wiha anîn ziman: “ Dewlet ji bo ku ser komkujiyên kirin bigire serî li hemû rêbazan dide. Ji bo ku hovîtiya li Şirnexê û li herêmên mîna wê yên kurdistanê hatin kirin neyên nîşandan radyo û televîzyonên muxalîf ji aliyê dewletê ve hatin girtin.”

‘Em ê bi ser kevin’

Ji jinên şirnexê yên ku di konan de dijîn Emîne Batmaz ya ku ev 206 roj e di kon de dijî got ku AKP polîtîkaya bêzarkirnê dide meşandin û wiha got: “ Bi Salan e ku dewlet êrîşî me kurdan dike û dixwaze ku me bêzar bike. Ji bo vê serî li hemû rêbazan dide. Lê me her li ber xwe da û em qet têk neçûn. Pêkanîna herî dawî ya li dijî kurdan jî girtina radyo û televîzyonên kurdan bû. Ji ber ku ji rastiya xwe ditirsin, ji bo ku komkujiyên li şirnex û herêmên din ên kurditanê neyên nîşandan û nûçeyên wan neyên ragihandin TV û radyoyên azad girtin.”

‘Rastiya dewletê didan nîşandan’

Ji jinên li Şirnexê di konan de dijîn Safiye Başak jî got ku berê jî êrîşên li ser radyo, TV û hemû çapemeniya azad zêde bûn û ev tişt got: “ Dewletê qet kurd qebûl nekirn. Di her firsendeke ku bi dest xist de êrîşî me kurdan kir. Niha jî ji ber ku hemû cîhan di qanalên hatin girtin de li hovîtiya wê ya ku li ser kurdan dimeşand temaşe dikir êrîşî qanên azad kir û ekranên wan reş kir.”

(aı/gc/mk)