Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek serbest hat berdan
12:12
JINHA
AMED – Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di yekemîn runiştina dozê de serbest hat berdan.
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ku ji ber daxuyaniyên xwe hat girtin û 6 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê girtî ye li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Li der û dorê edliyê tedbîrên mezin hatin stendin. Kamuran û parêzerên xwe li gel gelek kesên din beşdarî rûniştinê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîlên HDP'ê Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Ertugrul Kurkçu, Ferhat Encu, Dilek Ocalan, Wekîlê Îngîlîstanê Kate Osamar, Serokê sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê Unit Simon Dubbins, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê amade bûn.
Kamuran Yuksek di rûniştina yekemîn de serbest hat berdan.
(zt)