Li hemberî şideta ser jinan têkoşîna bênavber

15:35

JINHA

WAN – Xebatên Şaredariya Westanê yên di çarçova “Şideta ser jinan ne mafe” de li taxan berdewam dike.

Xebatên Şaredariya Westanê yên semîner dayîna jinan li nava taxan berdewam dikin. Di bernama li Taxa Arkboyu yê de Hevşaredara Westanê Yildiz Çetin, Hevseroka DBP’a navçeyê Feyruz Alaş, endamên meclisa şaredariyê, aktivista KJA yê Hatice Aktag û jinên xebatkarên şaredariyê jî amadebûn. Beriya semînerê Hevşaredar Yildiz Çetin nirxandin kir û got: “Ne jinan ne mêran şidet maf nekiriye, lê di nava civakê de weke ku jinan şidet maf kiriye didin nîşandan. Em li hember vê hişmendiyê têkoşînê dikin.”

(zt)