Jin ji bo oxirkirina Eylemê kom dibin
15:40
JINHA
EDENE – Ji bo oxirkirina cenazê Eylem Ataş ku serê sibê ji Mêrdînê ber bi Edeneyê ve xistin rê jin li Cemeviyê kom dibin.
Şervana BOG'ê Eylem Aktaş (Cemre Heval) ku di hemleya Minbicê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û ev 101 rojbûn cenazeyê wê li ser sînor dihat rawestandin. Piştî 101 rojan cenaze ji aliyê malbatê ve hat girtin û duh ber bi êvarî gihandin Mêrdînê. Di saetên serê sibê de cenazê Eylem ji Mêrdînê ber bi Edeneyê ve derxistin rê. Ji bo oxirkirina cenazê Eylemê ji niha de hevalên wê û gelek jin ber bi Cemeviya Mehmet Demir a Şekirpaşa ya navçeya Seyihanê ve diherikin.
(fz/zt)