Sebahat: Em dizanin saray dadê belav nake
15:49
JINHA
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku berdana Kamuran Yuksek giringe lê li vir ne tenê Kamuran siyasta demokratîk û DBP tê darizandin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, parlementerên HDP’ê û rêveberên DBP’ê piştî ji rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê ku piştî 6 mehan hat tahliyekirin daxuyaniya çapemeniyê li darxistin. Sebahat û heyeta li gel wê xwestin li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin lê polîsan bi hinceta “daxuyanî û çalakiyên li derve qedexene” destur nedan daxuyaniyê. Lê li gel hemû astengiyên polîsan, Hevserok Sebahat daxuyanî da.
Sebahat di daxuyaniyê de diyar kir ku ev 6 mehin hevalê wan Kamuran Yuksek bi awayek bêhiqûqî di girtîgehê de dihat girtin û wiha got: "Ev ji bo siyaseta demokratîk şermek mezin e û rewşa demokrasiya Tirkiye yê dide nîşan. Berdana wî girînge lê li vir ne tenê Yuksek siyasta demokratîk û DBP'ê tê darizandin."
Wekîla HDP'ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku desthilatdarî dibêje "Ez ji bo demokrasiyê gel vedixwînim kolanan" lê ji bo Kamuran ji gel re daxuyanî û çalakî tên qedexekirin û nerazîbûna xwe li hember helwesta polîsan nîşan da. Meral da zanîn ku berdana Kamuran xeberek başe û wiha berdewam kir: "Girtina wî li dijî hiqûqê bû. Berdana wî nayê wateya ku pêvajo ber bi başiyê ve diçe. Ji ber ku îro jî gelek siyasetmedar tên girtin. Gelek saziyên çapemeniyê tên girtin. Bila demildest dest ji van çewisandinan berdin. Ev polîtîkaya çewisandinê siyaseta demokratîk gavekî jî nabe pêş."
(zt)