Qeyûm ji bo astengkirna xebatên jinan li ser kar e
15:54
Cotmeh
7
/ 2016
JINHA
AMED – Qeymeqam Murta Kutuk yê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê hat kirin qafeya ku jin dixebitînin a bi navê ‘Sîn Kafe’ bi polîsên xwe da morkirn.
Qeymeqam Murat Kutuk yê ku ji bo şaredariya DBP’ê ya Farqînê wekî qeyûm hat tayînkirn, destwerdana xwe ya li dijî îradeya gel berdewam dike. Murat herî dawî Sîn Kafe ya ku li parka ji aliyê şaredariya Farqînê Gulan Parkê ye û ji aliyê jinan ve tê xebitandin da morkirn.
Her wiha Qeyûm Murat di rojên borî de jî Mala piştgiriya bi perwerdeyê re û navenda jinê ya Meyayê jî dabûn gitin.
(dk/mk)