‘Dê jin bi têkoşîna xwe serokê xwe azad bikin’

16:59

JINHA

AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ya ku di panela bi şîara “ Ez li Serokê xwe, Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim” ku li salona Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxînê axivî wiha got: “ Hûn dizanin ku dema berê şer derdiket jinan laçika xwe ya spî divêtin navenda şer û şer radiwestandin. Niha dîsa dê jinên kurd bi têkoşîna xwe vî şerê kirêt bisekinîn û serokê xwe azad bikin.”

Di çarçoveya Kampanyaya KJA’yê ya bi şîra “Ez li Serokê xwe, Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim” hat destpêkirin de bit evlibûna jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxîn panel hat li darxistin. Panela ku hat lidarxistin ligel endamên KJA’yê parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp û Nursel Aydogan û Hevseroka Bajar a Amedê ya HDP’ê Gulşen Ozer tevli bûn. Jinên ku ji navçeyên cuda yên amedê hatin jî tevli panelê bûn . Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û axaftina panelê jî li ser navê KJA’yê ji aliyê Ruken Akça ve hat kirn.

Ruken destnîşan kir ku dîrok xwe dubare dike û wiha got: “Bi salan e li dijî van zextan têkoşîna gelê kurd jî berdwam dike. Di dîroka partiyê de jin her bûne pêşengên têkoşînê. Lê divê ku em ji xwe bipirsin em çiqas bi hêzi in û em çawa vê pêvajoyê pêşwazî dikin. Tiştê ku ji me tê xwestin em tenê dikarin ji sedî 10 pêşwazî bikin. Lê civaka me ji me pêşengtiyê dixwaze. Em ê heta kengî ciwanên xwe bidin axê. Divê em berpirsiyariya xwe bizanibin.”

‘Tecrît giran dibe’

Parêzer Ebru Guney ya ku pêvajoya girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komploya li hemberî wî vegot wiha axivî: “ Ocalan her dem dibêje ku ev komplo vala hat derxistin û ev jî bi hêza ciwan û jinan hat kirin.”
Ebrû paradîgmaya Ocalan ya der barê Rojhilata Navîn de jî bi bîr xis û wiha got: “ Êrîşa daîşê ya li hemberî jinan, êrîşeke li dijî paradîgmaya Abdullah Ocalan ya daxwaza azadiya jinê ku hatiye destpêkirn e. “

‘Divê em li qadan bin û têkoşînê bilind bikin’

Feleknas Uca jî di çarçoveya kampanyayê de diyar kir ku di hevdîtinên hatin kirn de bal kişan ser çalakiyên li Rojava û wiha got: “ Ez komploya li ser Rêberê PKK’ê şermezar dikim û kesên di vê riyê de canê xwe fida kirin silav dikim. Ji aliyê dewletê ve li ser Rêber Apo tecîrîdeke giran heye. Ev terît tenê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve ji aliyê dewletên cîhanê ve jî tê meşandin. Perspektîfa ku herî zêde hêzê dide jinan û jinan di parêze perspektîfa birêz Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber APO azadiya jinan e. Ji ber vê jî divê jin ji bo azadiya rêberê xwe her li qadan bin û têbikoşin.”
Panel herî dawî bi pirs û bersivan bi dawî bû

(bc-tm/dk /mk)