Eylem li ser milê jinan bi tabuta mor hat oxirkirin

08:23

JINHA

EDENE – Şervana BOG’ê Eylem Ataş û Mehmet Çalişkanê HPG’yî ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hatin definkirin.

Şervana Hêzên Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku di dema pêngava rozgarkirina Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 101 rojî li sînor hatibû rawestandin. Cenazeyê Ataşê, duh ji aliyê malbatê hat wergirtin û îro danê nîvro anîn Edeneyê. Li Saziya Tiba Edlî piştî karên otopsiyê cenaze, ji bo wecîbeyên olî anîn Mala Cemê ya Şakîrpaşayê. Li ber Mala Cemê Eylem, ji aliyê jinên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê hatibûn bi alayên sor û mor hat pêşwazîkirin. Jinan bi dirûşmeya “Şehît Namirin” û tilîliyan cenazeyê Eylemê hilgirtin û birin hindirê Mala Cemê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Eylemê bi darbesteke ku bi kulîlk û alayên sor û mor xemilandî, li ser milê jinan heya ber wesayîta cenaze hat veguhestin. Ji wir bi konveyeke bi dehan wesayîtî cenazeyê Eylemê anîn Goristana Kuçuk Obayê. Cenaze sed metrî dûrî goristanê li ser milê jinan heta gorê bi berzkirina dirûşmeyên “Eylem Ataş Nemir e” û “Şehîd Namirin” hat veguhastin.

Her wiha cenazeyê Mehmet Çalişkan (Zagros Întîkam) ê ku li Stewrêya Mêrdînî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû jî, li Saziya Tiba Edli ya Edeneyê piştî karên otopsiyê, anîn Goristana Kuçuk Obaliyê. Li vir ji bo Eylem a BOG’î û Çalişkanê HPG’yî nimêja cenaze hat kirin û piştî nimêjê merasîma cenaze hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollu û bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn.

Berdevkê MEYA-DER’a Edeneyê Mûrat Tûgay di merasîmê de axivî û got ku, ew dê şopdarê têkoşîna kesên têdikoşin bin.

Parlementerê HDP’ê Mahmût jî wiha axivî: “Ev her du leheng dema li dijî çeteyên tecawizkar û yên piştevaniya wan dikin şer kirin, şehîd bûn. Ev ciwan nîşan dan ku têkoşîn ne bê xwedî ye.”

Piştî axaftinan cenazeyê Eylema BOG’î li cem ê gora Fermandarê BOG’ê Bedrettîn Akdenîz û ya Çalişkanê HPG’î jî li goristana malbatê hatin definkirin. Girse bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namairin” ji goristanê veqetiyan.

(zt)