ROJEVA 8'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Bi rasthatina 18'mîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê Endama Ciwanên Şengalê Rojda diyar kir ku, jinên ciwan ew ê bi rêxistinbûna xwe komployê vala derbixin û got: "Azadiya Rêbertî azadiya me hemûya ye."
*Bi rasthatina 18'mîn salvegera komploya navnetewayî 9'ê Cotmehê jinên Rojava yên ku ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mane diyar kirin ku, ew ê li hember polîtîkayên înkar û îmhayê heya dawî li ber xwe bidin.
*Di van rojên dawiyêde êrîş û astengiyên li ser çapemeniya azad û qanalên kurdî reşdikin her diçe berdewam dike. Belavkar Leyla Yıldız jî êrîş û zordestiyen li ser belavkaran û girtina televzonan şermezar kir.
*Têkildarî piştî komkuijya 10’ê cotmehê îdianameya hat qebûlkirin û dosyaya di 7’ê mijdarê de tê dîtin de parêzera Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê Îlke Işikê agahdarî kir û got dosya ji komeke DAIŞ’ê ya 36 kesî pêk tê hatiye amadekirin û got ti peywirdarê cemawerî wek gumanbar neketiye dosyayê. Îlkeyê got di dosyayê de têkiliyên navbera gumanbaran de jî nehatiye lêkolîn kirin û dukuman nehatine deşîfrekirin û got mirina du gumanbarên 10’ê cotmehê Yunus Durmaz û Halîl Îbrahîm Durgun jî bi gumane.
*Pîrebokên Kampusê lig elek bajaran atolyeyê xweparastinê dan destpêkirin û îsal jî li Hatayê dikin jiyanê. Armanca pîrebokan eve ku li dijî pergala serdest ya mêr jiyanê xilas bikin û gotin: “Parastina cewherî ne tenê li dijî şîdeta mêr xweparastine. Avakirina tevahî jiyanê ye.”
*Suryaniyên bpiştî salan şûnde li gundên xwe yên kontarên çiyayê Bagokê bi cih bûn li dijî polîtîkayên şer yên dewletê ên koçberkirinê diyar dikin ku ew ne ji bo revê ji bo mirinê hatine vir. Endama Komeleya Jinên Suryanî Dîba Gabrîelê got tiştên îro tên jiyîn ji zîhniyeta sala 1915’an ne cudatire û got: “Di seranserê dîrokê de wek her tim jin îro jî giraniya şer dikişînin. Emê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin.”
*Yekemîn Gerînendeya Giştî ya jin a Tirkiyeyê Gurbettelî Ersoz di 7’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da bû û ev roj di heman demê de roja Rojnamegerên Jin yên Kurde. Rojnamegerên jin wateya vê rojê vegotin û wiha berdewam kirin: “Gurbetellî têkoşîn fêrî me kir. Emê jî ti car pênûsa wê li erdê nehêlin.”
*Zelîhaya ku ji ber aboriya malbata wê ne baş bû piştî dibistana navîn nekarî dibistanê berdewam bike û ji bo vegere dibistana xwe ji parlamenterên jin piştgiriyê dipê.