'Jinên Şengalê bi rêxistinbûnê wê komployê vala derxin'
09:02
Hewlêr Şahîn/JINHA
ŞENGAL - Bi rasthatina 18'mîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê Endama Ciwanên Şengalê Rojda diyar kir ku, jinên ciwan ew ê bi rêxistinbûna xwe komployê vala derbixin û got: "Azadiya Rêbertî azadiya me hemûya ye."
Pergala desilatdar û mêhtîngeriya navnetewî ji bo ji nûve Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên bi rêvebibin, ji salên 1990 î pêve gelek mudaxale li heremê kirin. Ji bo vê jî konseptên cûrbecûr pêşxistin û pêkanîn. Destpêka yek jê ji van konseptan di 9 ê Cotmeha sala 1998'an de bû ku bi awayê planek qrêj kete meriyetê. Di serî de DYA, İngîltere û İsraîl, hêzên pergala serdest bi awayek dij-huqûqî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd girtin hedefa xwe. Ligel ku bi salane gelê kurd têkoşîna hebûnê dide hêj jî, komplo bi şêwayên cuda berdewam dike. Bi rasthatina 18'mîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê Endama Ciwanên Şengalê Rojda Şengal di serî de komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got ku gelê kurd her dem ji dîrokê ve heya roja îro rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatine.
'Derketina Rêbertî ji bo Rojhilata Navîn wek ronesansekbû'
Rojdayê destnîşan kir ku, li Rojhilata Navîn derketina Rêberê PKK'ê wek ronesansekbû û wiha got: "Rêbertî netewa kurd ya ku bi tinebûnê re rû bi rû mabû derxist holê. Ciwan û civaka kurd li her derê bi rêxistin kir. Hêzên tarî li hember Rêbertî her di nava liv û tevgerê debûn. Di 6'ê Gulana 1996'an de li Şamê ber mala Rêbertî teqîn pêk hat. Ji bo Rêbertî tune bikin hêzên komploger di nav tevgerê debûn. Mayîna Rêbertî ya li Sûriyeyê, ji bo Rêveberê Sûriyeyê weke tehdîdek bû. Rêbertî ji bo gelê li Sûriyeyê dijiya zirar nebîne, biryarê derketinê girt. Bi derketina Rêbertî re di 9'ê Cotmehê de komplo dest pê kir.
'Bi tecrîdê re ew ê nekaribin me ji Rêbertiyê qut bikin'
Rojdayê destnîşan kir ku bi desteka gelek dewletên navneteweyî Abdullah Ocalan hatiye girtin û wiha axivî: "Bi salane Rêbertiyê me li Greva Îmraliyê tê ragirtin. Bi tecrîda girankirî tê îşkencekirin. Dixwezin bi van rêbazên xwe yên qirêj Rêbertiya me ji me qut bikin. Ji ber Rêbertiyê me her dem pêşveçûyîn xeteriyên li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn dianî ziman, ev yek rûyê dewletên hov yên derwîn derdixiste holê. Bi saya Rêbertî em wek netewa kurd tên nasîn û îro dijîn. Bila dijiminê hov vê yekê baş zanibe, em girêdayî Rêbertiyê xwe ne. Wek ciwanên Şengalê heya em azadiya Rêberê xwe mîsoger nekin, dê têkoşîna me bidome. Serokatî yek kesbu derket, lê belê îro bi milyana mirov li pey wî ne. Ev nîşaneya ku gel girêdayî Rêbertiya xwene, ti kes nekare me ji Rêbertiya me qut bike."
'Azadiya Rêbertî azadiya me tevahiya ye'
Rojdayê bi lêv kir ku, heya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha pêl da gotina xwe: "Bila hêzên tarî vê yekê baş zanibin heya ku em Rêberê xwe azad nekin, em wek ciwanên Şengalê heya dawî tekoşîn bikin. Em ê bi Rêbertiya xwere li ser vê axa pîroz ku buye cihê berxwedanê destaneyên lehengiyê lê hatiye nivisandin jiyan bikin. Jinên Şengalê wê bi rêxistinbûna xwe komploya 9'ê Cotmehê vala derbixin. Ez bang têkoşînê li tevahî ciwanên êzidî dikim. Ji ber azadiyê Rêbertî azadiya me tevahiya ye."
(rc)