Jinên Suryanî li dijî polîtîkaya koçberkirinê dibêjin ‘Aştî’
09:05
Esra Aydin-Ceylan Eraslan/JINHA
MÊRDÎN - Suryaniyên bpiştî salan şûnde li gundên xwe yên kontarên çiyayê Bagokê bi cih bûn li dijî polîtîkayên şer yên dewletê ên koçberkirinê diyar dikin ku ew ne ji bo revê ji bo mirinê hatine vir. Endama Komeleya Jinên Suryanî Dîba Gabrîelê got tiştên îro tên jiyîn ji zîhniyeta sala 1915’an ne cudatire û got: “Di seranserê dîrokê de wek her tim jin îro jî giraniya şer dikişînin. Emê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di 1915’an de gelê Suryanî ji ber komujiya Seyfo li her derê cîhanê belav bûn. Bi salên 2000’î re Suyanî vegeriyan xaka xwe lê niha dîsa li koçberkirinê tên ferzkirin. Endama Komeleya Jinên Suryanî Dîba Gabrîel û malbata wê k udi 2001’ê de vegeriya navçeya Mîdyata Mêrdînê diyar kirin ku vê carê çi dikin bila bikin wê xaka xwe terk nekin.
Mirov bi fikarin
Dîbayê diyar kir ku şerê Rojhilata Navîn bandorê li Suryaniyan dike û got Suryanî her tim koçber bûne û wiha got: “Ji ber şerê li Tirkiye û Sûriyeyê Suryanî koçber bûn. Jiyana civakî rawestiya. Mirov bi fikarin. Em Suryanî û gelê Mîdyatê jiyanek felç dijîn.”
Dîbayê bi lêv kir ku şerê di salên dawî de wek qirkirinê digirin dest û got gelê Sûryanî wek gelekî bindest li cem gelên bindest cih digirin û ji bo aştiyê têkoşînê dimeşînin.
Dîbayê wiha dawî li axaftina xwe anî: Suryaniyên di salên 2000’î de vegeriyan ser xaka xwe niha bi sûrguneke din re rû bir û ne û hewl tê dayîn ku bên surgunkirin. Lê vê carê em naçin ti cihekî. Em ne ji b revê hatin ser vê xakê. Em ji bo mirinê hatin vir. “
(fk\hu)