Şopdarên Gurbellî: Wê pênûsa wê li erdê nemîne
09:06
Gulfîdan Ataman/JINHA
STENBOL-Yekemîn Gerînendeya Giştî ya jin a Tirkiyeyê Gurbettelî Ersoz di 7’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da bû û ev roj di heman demê de roja Rojnamegerên Jin yên Kurde. Rojnamegerên jin wateya vê rojê vegotin û wiha berdewam kirin: “Gurbetellî têkoşîn fêrî me kir. Emê jî ti car pênûsa wê li erdê nehêlin.”
Yekemîn Gerînendeya Giştî ya jin a Tirkiyeyê Gurbettelî Ersoz di 7’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da bû û ev roj di heman demê de roja Rojnamegerên Jin yên Kurde. Rojnamegerên jin yên Kurd mîrateya wê dewr girtin. Nûçegîhana DÎHA’yê ya Stenbolê Necla Demîrê diyar kir ku Gurbetellî yek ji nûnera herî girîng ya têkoşîna jinê ye û gor rêya ku rojnameger tê dimeşin ronî kiriye. Nclayê wih agot: “Çapemeniya azad di şert û mercên zehmet de derbas bû hat vê rojê. Kevneşopiya bi Apê Musa û Gurbetelliyê dest pê kir, li Mexmurê bi Denîz Firatê berdewam kir. Têkoşîna wan rêya me ronî kir.”
Neclayê di dawiy aaxaftina xwe de da zanîn k udi encama têkoşîna Gurbetelliyê de ku bi pênûs û kamereya xwe daye îro rojnamegerên jin dinivîsinin û kamerayan hil didin. Neclayê bi lêv kir ku divê bi mîrateya têkoşîna Gurbetelliyê re berxwedan bê tacîdarkirin.
‘Ezê têkoşîna wê nexşî nasnameya xwe bikin’
Nûçegîhana JINHA’yê ya Stenbolê Rojda Oguzê jî wiha got: “Ji bo Gurbetelliyê bikaranîna têgeha îdolê li gorî min kêm dimîne. Bi taybet di van rojên ku zext li ser çapemeniyê tê meşandin de gotina vê sekneke bi rumete. Di şopa Gurbetelliyê de çûyîn, pênûsa wê rakirin ji bom in ser bilindiye. Ez pênûsa wê her tim hildim. Êzê têkoşîna jiyana wê nexweşî nasnameya xwe bikim.”
Nûçegîhana DÎHA’yê ya Stenbolê Yagmur Kayayê jî destnîşan kir ku jinan rihê berxwedêriyê ji xaka Kurdistanê giriye û got: “Xaka Kurdistanê têkoşîn, berxwedan ji bo me kir hedef. Yek ji van mînakan ya herî girîng Gurbetelliye. Wê her tim têkoşîn da û berxwedêrî da kesên derdora xwe. Em şopdarê wê ne. Wê pênûsa wê li erdê nemîne.
(mg\hu)