Jinên Abdullah Ocalan dîtine komploya 9'ê Cotmehê nirxandin

09:07

Aya Hejar-Evîn Nejdet/JINHA

QAMIŞLO - Bi rasthatina 18'mîn salvegera komploya navnetewayî 9'ê Cotmehê jinên Rojava yên ku ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mane diyar kirin ku, ew ê li hember polîtîkayên înkar û îmhayê heya dawî li ber xwe bidin.

Di sala 1998'an de di encama komploya navneteweyî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 20 salan ku li qada Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşîn kir, di 9'ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derket. Ev pêvajo bi 15'ê Sibata 1999'an dilgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam kir. Gelê kurd ji destpêkirina komploya navnetewî heya roja îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd têkoşîna xwe didomîne. Rêvebera Akademiya Mezopotamya Rojda Firat ku di sala 1998'an de li Akademiya Şamê perwerde didîtiye, pêvajoya komployê û encamên wê, herwiha berxwedaniya li beramberî komployê nirxand.

'Tirkiyeyê rêxistinbûna kurdan hember xwe tehlûke dît'

Rojda diyar kir ku, derbasbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji rojavayê Kurdistanê re pêvajoyek girîng e û wiha got: "Di 27'ê Mijdara 1978'an de PKK tê îlan kirin û amedekariyên berfirehji bo xebatên rêxistinkirinê dest pê dike. Dewleta Tirkiyeyê vê rêxistinbûnê li hember xwe wek tehlûkeyek dibîne û li beramberî çepên Tirkiyê û PKK'ê ku di nav rêxistinbûnê de ne, êrîş dide destpêkirin. Gelek pêşengên PKK'ê dikevin girtîgehê. Li beramberî vê Rêber Apo ji bo ku bikaribe hemle bike, di 1'ê Tîrmeha 1979'an de derbasî Kobanê dibe. Rêber Apo li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê salên dirêj karên rêxistinî û xebatên perwerdehî da meşandin." Rojdayê destnîşan kir ku, bi destpêkirina avabûna tevgera azadiyê re, hêzên komploger ketine tevgerê û wiha domand: "Komplo bi şêwayên ji hev cûda nû dike. Di 96'an de êrîşek li hember mala Rêbertî pêk hat û armanc îmhakirinek fizîkî bû. Rêbertî bi projeyên xwe, projeyên hêzên desthilatdar yên li Rojhilata Navîn vala derxist."

'Serokatî bi jinê re hevaltî kir'

Rojdayê bal kişand ku çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) bersivek tund li hember êrîş û komploya li ser Abdullah Ocalan bû û wiha pêde çû: "Di 30'ê Hezîranê de rêheval Zîlan li hember komployê bi çalakiya fedayî bersiv da. Ev çalakî di dîroka PKK'ê de yekemîn çalekiya fedayî bû. Rêber Apo aliyê vê çalekiyê yê felsefîk, ruhî, hestyarî, birdozî bi berfirehî nirxand. Piştî vê çalekiyê bi hezaran jin tevlî PKK'ê bûn. Bêguman ev bi nêzîkatiya Rêber Apo ya ji jinê re têkîldar e. Serokatî li rojavayê Kurdistanê bi hezaran jin perwerde kir. Rêbertî jin tevlî xebatên siyasî, civakî û leşkerî kir. Serokatî bi jinê re hevaltî kir. Rêxistina wê pêş xist. Jinê jî bi vê ruhê bersiv da komployê û ji bo valaderxistina wê têkoşiya."

'Gelek heyet Rêbertî vexwendibûn welatê xwe'

Rojdayê da zanîn ku ew di sala 98'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di sala 1998'an de ez jî li Qada Serokatî bûm. Êrîşên Tirkiyê û Emerîka zêde bibûn. Rêber Apo aliyê siyasî, leşkerî yên van êrîşan dinirxand. Di 1'ê îlonê de Rêber Apo agirbesta yek alî îlan kir. Lê êrîş giranbû. Serokatî pêşeroj didît. Di vê navberê ji Yûnanistan, Îtalya û hin welatên din ên Ewrûpa heyet dihatin û Rêbertî vedixwendin welatên xwe. Serokatî biryar girt ku derkeve, di esas de neçar ma derkeve. Di vir de dûrutiya Ewrûpayê jî heye. Piştî Serok derket ji Rojhilata Navîn û çû Ewrûpa, tu welatekî ew qebûl nekir. Rêber Apo birin Kenyayê û ji wir radestî Tirkiyeyê kirin. Dewlet, hêzên navneteweyî û xayînên kurd di vê komployê de hevparin. Ji bo projeyên Rêber Apo yên Rojhilata Navîn pêk neyên, komployeke pir qirêj organîze kirin."

'Piştî 18 salan projeyên Rêbertî pêk tên'

Rojdayê destnîşan kir ku, komplo berdewam dike û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Komplo xwe nû dike û rêbazên xwe diguherîne. Di darbeya 15'ê Tîrmehê de jî hêzên komploger Rêbertî girtibûn hedefa xwe. Dê berxwedana me li dijî komployê heya dawî berdewam bike. Li Rojava Şoreşa azadiyê encama ked, perwerdeya leşkerî û siyasî ya 20 salan xebata Rêber Apo li vê qadê ye. Ji derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê 18 sal derbas bûn û em dibînin ya ku îro li ser axa rojava û bakûrê Sûriyeyê pêk tê, fikir û projeyên Rêbertî ne. Lê belê hîna jî êrîşên li ser projeyên Rêbertî dawî nebûne, di vê wateyê de komplo didome. Gelê me ber bi sîstema Federal Demokratîk ve diçe. Ji bo vê têkoşîn dike. Di nav şoreşê de lingê herî xurt xebata jinê ye, ev jî projeya Rêber Apo ye. Di berxwedana Kobanê û Şengalê de jin pêşeng bû. YPJ, Asayişa Jinê, Hêzên Parastina Jinê û tevahiya rêxistinbûnên jinan ku pêşketine, berhemên nêrîn û xebatên Rêbertiya me ne. Di serî de jî bi pêşengtiya jinê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo pêşve diçe. Ez di wê baweriyê de me ku dê rojekê nêz, Rêber Apo ji girtîgehê derkeve û were rojavayê Kurdistanê. Bi vê baweriyê em ê jî têkoşîna xwe xurtir bikin."

'Serokatî fikra nû jiyan û welateke azad anî'

Ji jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye Necah Gulo ye. Necahê anî ziman ku, ji ber girêdanbûna wan yê welatparêziyê kure, bi naskirina tevgerê re dest bi xebatê dike û wiha got: "Ez di sala 1990'an de fermî tevlî xebatê bûm û hevjînê min jî derbasê welat bû. Cara yekemîn di 15'ê Tebaxa 1990'an de ji bo dîtina Serokatî tevî malbatê çûm Lûbnanê. Coşa me mezinbû li Qada Serokatî 15 hezar kes ji Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Efrîn û bajarên din amede bûn. Em li qadê rûniştibûn heya Serokatî hat. Ji nav çiya derket û hat pêşberî me. Wek xewnek bû. Serokatî 4 seat axivî, dîtina wî û guhdarkirina dengê wî di hizrê min de maye. Em 7 rojan li wir man. Rêber Apo bi tevahiya gel re hevdîtin kir. Wê demê kon vegirtibûn. Di germahiya tebaxê de em dicemidîn, ji ber em pir bi heyecan bûn."

'Jin bi firkirê Rêber Apo xwe perwerde kir'

Necahê da zanîn ku ew cara duyem di 5'ê kanûna 97'an de Abdullah Ocalan dîtiye û wiha berdewam kir: "Dema serokatî hate Sûriyê me fikra wî ya nû, ya zindî ku jiyan û welateke azad tîne qebûl kir û em tevlî bûn. Pir xizmên me şehîd bûn. Hevjînê min jî şehîd bû û girêdana me xurtir bû. Di hevdîtina duyem de Serokatî ji min xwest ez tevlî perwerde bibim. Perwerdeya me piranî li ser kesayet û welatparêziyê bû. Herwiha mijara jin pir dihate bidest girtin. Ew rola bindest ya koletiya jinê jêrpirs dikir." Necahê raghand ku Abdullah Ocalan ji bo hebûna gelê kurd mayînde bibe berê xwe daye Ewrûpayê û wiha pêl da gotina xwe: "Lê komployeke xayîn kirin û di şeveke reş de ew dîl girtin. Dewleta Tirkiyeyê wer dihesiband ku çawa di dîrokê de Rêberên kurdan girt û avêt çalan û li ser wan beton kir, dê Rêber Apo jî wiha bikin. Lê girêdana gel ji Rêbertî re xurtir bû. Jin di hemû rêxistin û xebatan de bêtir cih girt. Bi fikra Rêber Apo xwe perwerde kir, roj bi roj gav pêşdetir avêti û teslîm nebû. Li çiyayê Kurdistanê bi hezaran jinên gerîlla hene. Li rojavayê Kurdistanê jî gavên ji bo şoreşê jî bi jinê destpêkirin. Îro jî jin ji bo azadiya Rêber Apo li kolan û çalekiyan de ye. Em ê bibin xelekek ji agir û wî biparêzin. Em Serokatiya xwe ji zîndanê derxin. Azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo û ya welat ve girêdaye ye. Destên dirêjê Rêbertiya me bibe em ê bişkênin."

(cg/rc)