‘Hertim serê sibehê gûlekê dide min’
09:10
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED- Di van rojên dawiyêde êrîş û astengiyên li ser çapemeniya azad û qanalên kurdî reşdikin her diçe berdewam dike. Belavkar Leyla Yıldız jî êrîş û zordestiyen li ser belavkaran û girtina televzonan şermezar kir.
Li hemberî êrişên li ser çapemeniya azad û hemû qanalên kurdî hatin girtin nerazîbûn her ku diçe zêyde dibe. Belavkar Leyla Yıldız jî der barê êrişên li ser çapemeniyê ku di nav çi zor û zehmetiyan de belavkariyê dike de wiha got: “ Ev heft meh e belevkarîya rojnameyê dikim. Ez hertim serê sibê saet di 6’an de radibim di şeş û nîvande diçim cihê ku rojname tênê. Ez rojnameyên xwe hildim û bi bîsîkletê belav dikim. Qada ku ez lê rojnameyê belav dikim gelek mezin e. Ji ber wê jî mecburim ku bi bîsîkletê rojnaemyan belav bikim ez heta saet 11’an rojnameyên xwe belavdikim.”
Leyla di berdewama axaftina xwe de got ku ew gelek pêkutiyan dibînin û wiha axivî: “ Polîs rêya me dibirin me paşve dizivirînin û nasnameyên me hildidin. Lê ji destê gel jî çi tê ji bo me dike. Sê rojên min bûbûn ku min dest bi belavkariyê kiribû hin kesan pêşiya min digirtin û gelek pirs ji min dikirin. Armanca wan ewbû ku xebata me rawestînin û me paşve vegerînin.
Leylayê diayr kir ku ew li hemebrî kesên wan paşve vedigerînin serî natewînin û ev tişt got: “Gava ku ez rojnama belavdikim gelek tiştên xweş diqewimin. Wek her sere sibê sê zarok tên peşiya min dibejin rojbaş, rojekê dayikek yek ji van zarokan ji min re got ku navê te rojbaş e, ji berk u zarok hertim ji te re dibejin rojbaş, min jî got k u na navê min Leyla ye. Mesela ev heft mehin min dest bi belavkariyê kirye û mirovekî bi navê Apê Îbrahîm sere sibehê li benda min e heya ku ez rojnameya wî didimê û ew jî rerojê gûlekê dide min. Car caran hin aboneyên min hê min ji wan re rojname nebirye taştê amade dikin û li benda min dimînin ku em bi hev ra taştê bixwin.”
Leylayê herî dawî bal kişand ser girtina televîzonan jî û wiha got: “ Çapemeniya azad tu carî nayê bêdengkirine. Çiqasî dixwazin bira êrîş bikin îro ez werim girtinê sibê hevalekî din dê bikeve şûna min. Mesela hevalekî me hat girtinê lê min şuna wî vala nehîşt û ez ketim dewrê. Tucarî dê nikaribi rê li ber xeata me bigirin. Em di demeke wiha de ne ku hemû weşanên televzonên me qut kirin û ji ber vê jî di deste me de tenê rojname mane. Lê em ê hertim xedî li rojnameyên xwe derkevin. Em kedeke gelek mezin didin.”
(ra/mk)