RAJIN-Rojava: Em ê kenveşopiya berxwedaniya Gurbetelî Ersoz bidomînin

09:39

JINHA

QAMIŞLO-Komîteya RAJIN-Rojava bi boneya salvegera Gurbetelî Ersoz daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir dê kevneşopî û çanda ragihandina azad bidomîn in.

Rojnamevan û şoreşgera kurd Gurbetelî Ersoz di 8'ê cotmeha 1997'an de di encama şerê ligel PDK'ê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya salvegera bîranîna Gurbetelî Ersoz Komîteya RAJIN-Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya RAJIN-Rojava wiha ye:

"Em di 19'emîn salvegera şehadeta Gurbetelî Ersoz de di kesayeta wê de jî tevahiya şehîdên ragihandinê bi minet û hurmet bi bîr tînin, soza berdewamkirina çanda berxwedana ragihandina azad dubare dikin.

Dîroka ragihandina kurd, dîroka qedexe, kiryarên nediyar, avahiyên hilweşiyayî û şewandî û îşkenceyan e. Ragihandina azad ku xwedî dîrokeke wiha ye, di her pêvajoyekê de li beramberî zextan, xwe pêş xistiye û wiha heya roja me ya îro hatiye. Îro jî bi dehan rojname, radyo û televîzyon hatine girtin, ev jî navên tirsa ji vê kevneşopiya berxwedanê, ji vê sekna azad e. Ji zext û serdegirtina li ser yekemîn rojanameyê 22 sal derbas bû, rojname hate girtin, xebatkarên wê hatin girtin. Bi dehan xebatkarên wê jî rastê îşkenceyê hatin, di kiryar nediyar de hatin qetilkirin. Êrîşên li ser ragihandina azad, nekarî kevneşopiya ragihandina azad bide sekinandin, hetta bi şûna wê bi dehan rojname û dezgehên nû vebûn. Lewre em dibêjin ku dê êrîş û zextên îro yên dewleta Tirkiyeyê li ser ragihandinê jî bê encam bimîne.

Rêhevala Gurbetelî Ersoz yekemîn jina edîtora weşanê ya di dîroka ragihandina gelê kurd de ye. RAJIN di xeta Gurbetelî de ragihandin pêş xist û xwe li ser mîrateya wê heya roja me ya îro birêxistin kir û pêşketiye. Bi dehan rêhevalên me yên jin di vê rêyê de şehîd bûn. Her şehîdeke ragihandinê ya jin rêxistinbûna me xurtir kir, di xeta jinê de ragihandina azad pêşdetir birin. Îro jî ragihandina jinê bi sedan xebatkarên xwe re, bi çavê jinê, bi mêjiyê jinê, bi nêrîna jinê xeta weşana xwe diyar dike û bûye têkoşîna ku ji keda Gurbeteliyan, Şîlanan, Denîzan û Agiriyan re bibe bersiv. 8'ê cotmehê roja şehadeta Gurbetelî Ersoz roja rojnamevaniya jinê ye û di salvegera şehadeta rêhevala Gurbetelî de em têkoşîna mezinkirina vê mîrateyê hîna xurtir didin.

Em wek xebatkarên ragihandina jinê di zenebûna dîroka zehemet ya têkoşîna xwe de ne, di her şert û mercê de bê ku em dest jê berdin, em ê erka xwe ya civakî û exlaqî pêk bînin û di xeta Gurbetelî Ersoz de hemû rêhevalên ku ragihandian jina azad pêşxistin û div ê rêyê de şehîd bûn bi bîr tînin û em ê erk û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî wan bi cih bînin."

(en/rc)