TEV-DEM: Em ê asta têkoşîna xwe xurtir bikin

09:54

JINHA

TIL TEMIR - Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di salvegera komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û teqîna li bajarê Hesekê, li bajarê Til Temirê nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê dan der.

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê têkîldarê komploya 9'ê Cotmehê û êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê ku di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn. Rêxistinên li bajêr û gel jî bi tevlîbûna xwe piştgiriya xwe diyar kirin.

Daxuyanî ji hêla Rêvberê Meclîsa Gel a Til Temir Mihemed Seîd ve hate xwendin. Mihemed wiha got: "Em komploya 9'ê Cotemeha ya ku di kesayeta Rêber Apo de tevahiya gelê kurd û mirovahiya azadîxwaz hate hedefgirtin lenet dikin. Di salvegera vê komployê de em girêdan û soza xwe ya dewamkirina têkoşînê dubare dikin."

Mihemed herwiha bal kişand ser êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê û wiha got: "Teqîna Hesekê planeke qirêj a dijminên me ye û divê em bi vê zanebûnê nêzîk bibin, asta têkoşîna xwe xurtir bikin. Dewleta Tirkiyeyê bi kiryarên xwe dê nikaribe dengê rastiyê veşêre. Em ê li dijî van nêzîkatiyên wan bisekinin û têkoşîn bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(rh/en/rc)