Wateyê komploya 9'ê Cotmehê bi civînek hat nirxandin
10:10
JINHA
KOBANÊ- Kongreya Star derbarê Komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî de li gundê Pênder civînek lidar xist.
Li gundê Pênder ya Kantona Kobanê Kongreya Star bi boneya 18'emîn salvegera komploya navnetewî civînek lidar xist. Di civînê de bi dehan ji şêniyên gund amade bûn. Civîn bi tevlîbûna Rêveberiya Kongreya Star Suad Şêx Omer û Newroz Miştenûr pêk hat. Suad Şêx Omer di destpêka civînê de axivî û komplo şermezar kir. Suadê diyar kir ku armanca komplogeran bi girtina Abdullah Ocalan gelê kurd tune kirine û wiha domand: "Lê ev komplo bê encam ma. Ji ber gelê me û Rêbertiya me li ber xwe dan. Em ê heya dawiyê haya azadiya Rêberê xwe li berxwedan bikin."
Newroz Miştenûr jî li ser armanca komployê wiha axivî: "Di bingeh de dixwestin ku vîna gelê me bişkênin. Dewletên navnetewî di kesayeta Rêber Apo de gelê kurd hedef girtin. Lê bi dehan ciwanên kurd li dora Rêber Apo bûn xelekên ji agir. Gelê me berxwedaniyeke mezin kir. Niha jî em ji bo şikandina komployê dê li ser lingan bin."
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.
(rê/en/rc)