‘Eylem bi dîmenên azadiya Minbicê gihişt armanca xwe’

11:52

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE- Cenazeyê Eylem Ataş piştî 101 rojan li axa ser hatî dinê bi alayên mor ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin. Jinên beşdarî merasîma cenaze bûn soza hîn bilindtir kirina alaya mor dan û gotin: “Me gihiştina Eylemê ya serkeftinê di kenê jinên li Minbicê çarikên reş avêtin de dît.”

Endama Hêzên Yekîneyên Azad-Hêzên Azadiya Jinan (BOG-KOG) yê Eylem Ataş (Cemre Heval) di 27’ê Hezîranê de di hamleya Fermandar Şehîd Faysal Ebu Leyla de jiyana xwe ji destda. Piştî 101 rojan cenazê Eylemê li axa ser çavên xwe li jiyanê vekirî li ser milê jinan ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin. Hevalên Eylemê soza bilindkirina têkoşîna wê dan û wiha gotin: “Ew sembola me ye. Em ê ji niha û şon de bi awayê Eylemê tevlî têkoşînê bibin.”

Ji hevalên Eylemê Zeynep qala hevaltiya wê kir û wiha axivî: “Her dem li qadan em qêriyan û me anî ziman. Me Eylema xwe li vêderê oxir kir, lê têkoşîna wê emanetî me ma.”

Ji hevalên Eylemê Elizabet jî piştî 101 rojan oxirkirina cenaze bibîrxist û wiha domand: “Di dema girtina cenazê Aziz û Bedreddin de jî me heman tişt jiyan kir. Em bi yên li hember mafê me yê oxirkirina hevalên xwe re ru bi ru ne. Ev politikayên helandinêne. Lê emê girêdayî têkoşîna hevalên xwe bimînin.”

Olcay jî balkişand ser sekna Eylemê ya şoreşgerî û wiha berdewam kir: “Sedema çuna Eylemê ya Rojava ji bo rakirina wan çarikên reş ên ku hişmendiya deshilatiya mêran bi zorê li jinan kirîbû. Me serkeftina Eylemê di kenê jinên ku piştî azadiya Minbicê çarik avêtin û çixare pêxistin de dît. Eylemê ji bo wan têkoşîn da û gihişt armanca xwe.”

Cemre jî bilêv kir ku Eylem ji bo gelên Tirkiyê buye sembol û wiha dom kir: “Eylemê alaya têkoşîna azadiya jinan bilind kir. Di oxira wê de hîn bilind kirina alayê ji bo me maye. Dewletê cenazê Eylemê neda, me bi têkoşîna xwe girt.”

(fz/zt)