Di encama êrîşa çeteyan de jinek û du zarokan jiyana xwe ji dest da
12:07
JINHA
HELEB - Çeteyên Koalîsyona Niştîmanî yê Sûriyeyê bi topên 'El-Fîl' êrîşê Taxa Şêx Meqsûd kir û di encamê êrîşê de sê kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî bi giranî birîndar bû.
Çeteyên Koalîsyona Niştîmanî yê Sûriyeyê ji îlona 2015'an de bê navber êrîşê Taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê dikin. Di encama êrîşa îro de ku bi topên 'El-Fîl' li ser taxê pêk anîne, sê kes ku di navde zarokên bi navê Hedîl Kedro (14), Xalîd Kedro (12) û jina bi navê Elya Hût ya 47 jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de 4 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Hat zanîn ku topbarankirina çeteyan ya li ser taxê berdewam dike.
Birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd ya taxê.
(rc)