Di êrîşa çalakiya 10’ê Cotmehê de gelek binçav kirin

13:06

JINHA

ENQERE - Endamên Halkeviyê yên ku xwestin qetlîama 10'ê Cotmehê li ber Wezareta AKP'ê ya li Enqereyê bi çalakiyekê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin û gelek kes binçav kirin.

Komek endamên Hakevleriyê li Enqereyê bi boneya qetlîama 10'ê Cotmehê şermezar bikin xwestin ji kolana Meşrutiyetê heta avahiya Teşkîlata AKP'ê ya navçeyê bimeşin hêj li kolana Meşrutiyetê bûn ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsên ku ji ber hinceta çalakiyan li derdor ewlehiyek mezin digirin li ser astengkirina komê, pankarta ku li ser "Qetlîama 10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîrkirin" kom kirin û yek bi yek çûn ber avahiyê. Koma ku li ber avahiyê hatin gel hev û xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsên ku heta ber Navenda Kizilayê da dûv çalakgeran gef li derdorê xwarin.

Di êrîşê de 10 kesên ku di nava wan de nûçegihanê DİHA yê Selamî Aslan, nûçegihanê Sendîka.org Dîlara Doganbaş, endamên Halkevleriyê Betul Ozturk, Sercan Aran, Gulşah Ozturk, Yandaş Turkyilmaz, Yusuf Saglik, Sedat Kaplan, Emre Şîmşek, Mustafa Eberlîkose hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi ters kelepçekirî li wesayîtan siwarkirin.

(zt)