Li Geverê wesayita zirxî ser sivîlan de gulebarand û 4 kes qetilkir

13:16

JINHA

COLEMERG – Li nava bazara Geverê wesayita zirxî ser welatiyan de gule barand û 4 kes qetil kir.

Di saetên serê sibê de li nêzî Bazara Amedê ya nava navçeya Gevera Colemêrgê wesayita zirxî welatî gulebaran kir. Di encama gulebaranê de welatiyên bi navê Aydin Tumen, Serhat Buldan, Rahmi Sefali û Nejdet İşyozu jiyana xwe ji dest dan, welatiyên bi navê Ayşehan Dohan, Şemsettin Çakmakçi û Mehmet Ali Kaya jî birîndarbûn. Cenazê welatiyên hatin qetilkirin rakirin morga nexweşxanê û birîndar jî girtin bin tedawiyê.

(zt)