'Bi komployê re gel hat hedef girtin'

13:52

JINHA

TIL TEMIR– Li bajarê Til Temirê Rêxistina Kongreya Star bi daxuyaniyek komploya 9'ê Cotmehê mehkûm kir û da zanîn ku komplo hemû gel hedef girtiye û hat gotin ku li beramberî wê jî têkoşîneke hevpar pêwîste.

Hevkarên Rêxistina Kongreya Starê bi boneya 18.mîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê li Navenda Kongreya Star ya bajarê Til Temira Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de herwiha êrîşa li bajarê Hesekê jî hate şermezarkirin.

Daxuyaniyê li ser navê Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif xwend. Çinarê diyar kir ku ew di serî de komploya 9'ê Cotmehê ya rûreş lanet dikin û wiha got: " Ev komplo hemû gel hedef girtiye. Em jî wek Kongreya Star bi vê zanebûnê li dijî komployê têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em ê bigihîjin azadiya Rêberê xwe. Ji bo komplo vala derkeve têkoşîn û berxwedaneke hevpar ya gelan hewce dike."

Çinar bal kişand ser teqîna xwekujiyê ya li bajarê Hesekê û ev jî wek dewama komployên li ser gel binav kir û wiha pêde çû: "Tê xwestin gelê me bikeve nav tirsê, dest ji welatê xwe berde. Lê em dibêjin ku divê li dijî her cure zext û êrîşê em xwe hîna xurtir bikin û bi ruhê berxwedanê têkoşîn bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(rh/en/rc)