Dayikên Şemiyê: Bila dad ji bo JİTEM’a Kerboranê cihê xwe bibîne

14:03

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê di lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin de di hefteya 602'yemîn de kiryarên 12 kesên li Kerboranê di 1995'an de hatin windakirin bê pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin an jî qetilkirin bê ronîkirin, kiryar bên darizandin cara 602'yemîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hat vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê, wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 12 kesên ku di 29'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn û daxwaza edelatê kirin.

Di çalakiyê de ewil kurê Huseyîn Taşkaya yê ku li Rihayê di 1993'yan de hate binçavkirin û piştre hat wihdakirin, Şerîf Taşkaya axivî û salên 90'an ê ku pin windakirin çêbû bi bîr xist û wiha got: "Ez li vir bang li dozgeran dikim. Mantiqa dewletê ya di kuştina zarokê 12 salî de çi ye gelo?" Huseyîn li hemberî girtina Radya Karacadag a ku wê demê qatlîam û windakirin diweşand nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Dema ku Tansu Çiller dixwast kê bikuje ew radyo hebû û îro tê girtin. ÎMC TV û Med Nûçe TV a ku dengê me radigihand hatin girtin. Dewlet gelê ku nikare tune bike asîmîledike."

Dayika Murat Yiydiz ê ku di 1995'an de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî got ku ji cenazeyê kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol hatiye û li hemberî girtina radyo û televîzyonan nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Li ser qedexeyê qedexe, li ser şermê şerman didin jiyandin. Dİxwazin dengê me qut bikin. Çapemenî tuneye, nûçe tuneye. Ma em imrovên vî cihanê nînin. Em ne mecbûr in derewên kesekî bixwin."

Piştre birayê Davut Altunkaynak ê di 1995'an de li Kerboranê hat binçavkirin û piştî 21 salan hestiyên wî hat dîtin, Kazim Altunkaynak axivî û wiha got: "Dema ku birayê min hat binçavkirin 12 salî bû. Em du tiştan dixwazin. Dîtina windayan û edalet." Dayika Davut Altunkaynak, Hayat Altunkaynak jî di nîşeya ku şand de wiha got: "Hemû winda kurê min in jî. Îro ne li wir bim jî dilê min bi we re ye."

Piştre daxuyaniya hefteyê li ser navê ÎHD’a Stenbolê ji aliyê Zeynep Kinali ve hat xwendin.

Piştî daxuyaniya hefteyê ku hat xwestin aqûbeta 12 kesên li Kerboranê bê ronîkirin û kiryar bên darizandin çalakî bi dawî bû.

(zt)