Xizmên windayan di hefteya 400 de gotin: Têkoşîna me berdewame

15:23

JINHA

AMED - Xizmên windayan ên ku 400 hefte ye li Amed û Êlihê tên cem hev, aqûbet windayan pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xistên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalaki hefteya 400'emîn li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê li dar xistin. ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), parêzerên Baroya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, KESK, ESP Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Besîme Konca û Meral DAniş Beştaş parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevsera Tahîr Elçî Turkan Elçî, Hevşaredara Bajarê Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û xizmên windayan jî di nav de bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn. Li salonê wêneyên windayan hate daliqandin û dowîzên "Em edaletê dixwazin" "Li dijî sûcên li hemebrî mirovahiyê dem borî nabe" "Parastina kujeran sûc e" hatin vekirin. Çalakiyê bi axaftina Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî ve dest pê kir.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku ligel hemû bêmafî û bêheqiyan ew çalakiya bêîtaatiya sivîl a herî mezin pêk tînin û xwediyê vê têkoşînê xizmên windahiyanin.

Piştre xizma windayan Nezîre Baran axivî û çîroka hevserê xwe yê di 1994'an de bi hevalekî xwe ve ji malê derket û careke din jê agahî nehat girtin pirsî. Nezîre destnîşan kir ku piştî hevserê wê winda bû serî li qeroqolê dane û ji wan re hatiyeg otin ku PKK'ê revandiye û wiha got: "Em dizanin ku di destê dewletê de ye. Kiryar nediyar e. Bi salan me pêkûtî û şîdet dît. Lê em ji pêkûtî, şîdet, siyaseta wan a qirêj natirsin."

Piştî axaftinana xizmên windayan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk anîn.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan bi heman aramancê di hefteya 400'emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Gulîstan hatin bahev. Parêzvanên mafê mirovan bi bûneya hefteya 400'emîn a çalakiyê de gul li xizmên windayan belavkirin. Sekreterê ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz daxuyanî da û diyar kir ku ji bo windahiyên di bin çavan ên 21 sal berê bi dawî bibin, aqûbeta windayan bê pirsîn, berpirs bên dîtin û cezakirin ji aliyê kesên ku bi zimanê aştiyê diaxivîn ev têkoşîn di sala 1995'an de wekî çalakiya bêîtaatiya sivîl hat destpêkirin û heta roja îro berdewam kiriye.

Devran, anî ziman ku di şexsê Hurşît Kulter ku di 27'ê Gulanê de hatin binçavkirin û piştî 134 rojan akîbeta wî hat zanîn, têkoşîna xwe didomînin û wiha got: "Ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Agahiya ku Hurşît Kulter saxe û rewşa wî başe ji bo me parêzvanên mirovan gelek girîng e. Ev têkoşîn heta bigihişe armanca xwe dê bidome."

Devran, di çalakiyê de çîroka Îhsan Kavak ê di sala 1994'yan de hat windakirin vegot û wiha got: "Kavak dema li rawestgeha Başaran Taksî bi Torosa xwe dixebitî di 24.05.1994'an de kesek tê rawestgehê û dibêje bi wesayîtê dixwaze biçe cihekî. Piştî ji rawestehê vediqete carek din nayê dîtin. Wesayîta mijara gotinê piştî 15 rojan li taxa Îprazgaz a Êlihê tê dîtin û tu agahî ji wî nayên girtin."

(zt)