‘Ji xwe OHAL ê di jêrzemînên Cizîrê de despêkiribû’
16:38
JINHA
DÎLOK – Parlamentera HDP'ê ya Stenbole Huda Kaya, di panela ÎHD'ê de diyar kir ku Tirkiye di şerê li Sûriyê de dikeve nava şerê Vietnamê û dê nikaribe ji nava vî şerî xwe rizgar bike. Huda, anî ziman ku îktîdarê bi mehan berê planên darbeyê amade kiribûn û pêk tîne.
Şaxa ÎHD'a Dîlokê li Salona Dawetê ya Duru bi navê “OHAL, Azadî û Mafên Mirovan" panel pêk anî. Di panelê de parlamenterên HDP'ê Mahmut Togrul û Huda Kaya, endam û rêveberên DBP, HDP, SYKP, YSGP, KESK û ÎHD'ê amade bûn. Di panelê de wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û parêzer Yakup Koca axaftin kirin.
Prz. Yakup Koca, bal kişand ser rêgezên hiqûqê yên berê û wiha got: "Di hiqûqa berê de peymana civakî hebû. Piştî wê dadgehên bê alî hatin avakirin. Piştre êdî bawerî û ewlehiya dadgehan roj bi roj kêm bû. Niha hikûmet bi OHAL’ê dixwaze hemû kesên muxalif têk bibe. Hiqûq jî êdî hukmê xwe winda kiriye."
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku ew di pêvajoyek asayî re derbas nabin û wiha domand: “Yekîtiya kesên muxalif û yên berxwedêr pergala yek mirovî dîn û har dike. Piştî 15'ê Tîrmehê darbe di nava darbeyê de pêk tên. Ev pêvajo bi mehan berê hat amadekirin. Berê hemû plan û proje hatin amadekirin. Bi taybetî planên li ser Kurdistanê demek pir berê hat amadekirin. Bi şewitandina mirovên di jêrzemînên li Cizîrê de ev derket lûtkeyê. Tirkiye bi ketina nava şerê Sûriyeyê dikeve nava çivara Vîetnamê. Yên Tirkiye dixin nava çirava şerê kor hene. Niha bi OHAL’ê dixwazin êrîşî hemû hêzên demokrat, şoreşger û kurdan bikin. Herî dawî gotin ji A'yê heta Z’ê planên me hene. Hemû plana yek siyaset, yek al, yek ziman yek bawerî û yek mirov e."
Panel bi pirs û bersivan dawîbû.
(zt)