‘Em gav paşde navêjin di 10’ê Cotmehê de em li Gara Trenê ne’
16:42
JINHA
ENQERE - KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniya "bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin" dan û diyar kirin ku ew ê di roja 10'ê Cotmehê saet 10.04'an de li Gara Trenê bin.
Piştî daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daxuyand wan hemû bernameyên bi munasebeta Qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê qedexe kirine KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniya hevpar a "bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin" dan û diyar kirin ku biryara astengikirinê ji bo wan nîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di salvegera qatlîamê de ji bo ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û ji berpirsyaran hesab bipirsin wekî KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê li cihê ku qatlîam pêk hat bernameya xwe li dar bixin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê roja duşemê saet di 10.04'an de li ber Gara Trenê bin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniya ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daye ji bo bernameya wan a dê seat di 10.04'an de bê lidarxistin nîne ev di raya giştî de têgehekî şaş diafirîne.
(zt)