Kongreya Star: Li dor Rêber Apo em bibin mertal

17:06

JINHA

QAMIŞLO- Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star bi boneya 18'emîn salvegera Komploya Navnetewî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyonê ji gelê kurd û jinan xwest ku li dor Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya dîrokî bibin mertal.

Bi munasebeta salvegera Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an ya ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî pêk anîn, Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniyê de komplo hate şermezar kirin û hate xwestin di serî de jin, tevahiya gelê kurd li dijî komployê bibin mertal, heya ku azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe.

Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:

"Di 9'ê Cotmeh 1998'an de Rêber Apo bi zextên dewleta Tirkiyeyê û hevkariya qirêj a rejîma Baas ji Sûriyê hate derxistin. Bi hevkariya komplogerên Navnetewî jî di 15'ê Sibata 1999'an jî dîl hate girtin. Rêber Apo ji wê demê heya niha li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Komplogera hewl da di kesayeta Rêber Apo de bi taybet gel û jinên kurd îmha bikin. Lê bi têkoşîn û berxwedaniya bêhempa ya Rêber Apo û gelê kurd, ev konsept hate vala derxistin û rejîma Tirkiyeyê neçar ma di sala 2007'an li Îmraliyê hevdîtinan bide destpêkirin. Ev hevdîtin bê navber heya 5'ê nîsana 2015'an berdewam kir. Rêber Apo her têkoşiya ku pirsgirêka kurd bi rêyeke aştiyane çareser bike. Lê dewleta Tirkiyeyê dîsa dest ji polîtîkayên îmheyê ber neda û ji 5'ê nîsana sala borî heya niha hemû hevdîtinên bi Rêber Apo û xebatên ji bo çareseriyê da aliyekê û dest bi konsepteke şerê topyekûn li beramberî gelê kurd û tevgera azadiyê kiriye.

Binketina planên AKP'ê û Erdogan, bi serketina gelê kurd û pengavên rizgarkirina herêmên Kurdistanê ye, ev têkoşîn bi pêşengtiya Rêber Apo re gihiştiye lûtkeya gerdûnî. AKP'ê jî ji ber bêtehemûliya vê rastiyê, bi şêwazên çeteyên DAIŞ'ê bi ser gelê me û derdorên muxalîf ve tê. Lê divê were zanîn yekane rê û mifteya çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn azadiya Rêber Apo ye.

Rêber Apo dengê azadî, nasnameya kurdê azad û azadiya jinê ye. Bi keda bêhempa ya Rêber Apo pergala alternatîf a Xweseriya Demokratîk li Rojava pêk hatiye û ji cîhanê re jî bûye hêvî û model. Têkoşîna jiyana demokratîk û jiyana azad a ji hêla Rêber Apo hate pêşxistin, herî zêde jî lez daye têkoşîna azadiya jinê. Li Kurdistanê di diyalektîka jin û civakê de pêşketinek mezin bi dest ketiye, asta ku jina kurd îro gihîştiyê ji hêla jinên cîhanê ve jî wek mînak tê bidestgirtin.

Azadiya Rêber Apo û gelê kurd û bi taybet jî azadiya jinan pir girîng û jiyanî ne. Li ser vî esasî em careke din di 18'mîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de hêzên komploger lenet û şermezar dikin. Di serî de bang li jinên kurd û li tevahî gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de bi temamî li dor Rêber Apo û têkoşîna wî ya dîrokî bibin mertal. Li hember hewldanên hin aliyên ku dixwazin vê pêvajoya dîrokî asteng bikin, em ê di xebatên xwe de, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bigirin û serkeftinan bidest bixin.″

(en/rc)