Li Geverê dîmenên nû derketin holê
08:07
Cotmeh
9
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG – Li Geverê têkildarî bûyera ku 4 kes hatin kuştin û 2 kes jê jî birîndar bûn de dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de polîs sivîlên ku birîndaran vediguhêzin gulebaran dikin.
Li Gevera Colemêrgê têkildarî bûyera ku yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn de, dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku welatiyên hawirdorê hewl didin birîndaran rakin nexweşxaneyê, lê wesayîta zirxî wan gulebaran dike. Dîmen ji aliyê welatiyekî li cihê bûyerê bi telefonê hatine kişandin û li ser medyaya civakî ahtine parvekirin.
(zt)