ROJEVA 9'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Endama Meclisa Jin ya Çiyayê Şengalê Şêrîn Salih diyar kir ku, 9'ê Cotmehê ji bo wan rojek reşe û got: "Di 9'ê Cotmehê de di kesayeta Rêbertiyê me de tevahî mirov hatin girtin. Ji ber ku Serok ne tenê Serokê neteweke, Serokê mirovahiyê ye."
*Koordînasyona radyoyan Sozda Ehmed têkîldarê êrîşên ser 23'ê televîzyon û radyo yên li bakûrê Kurdistanê nirxandin kir û got ku dewleta Tirkiyeyê bi zext û êrîşên dixwaze rastiyê ji raya giştî veşêre.
*Jinên Maxmûrê diyar kirin ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana komploya 9'ê Cotmehê pûç kirine û gotin: "Serokê me Serokek neteweyî ye. Nûnerê tevahî mirovahiyê dike. Divê bê şert û merc bê azadkirin."
*Şîrîn Kiliçalp ya di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da got 'Evqas êş tê kişandin, mirovahî bi erdê re tê kaşkirin, ji ber vê ez diçim mîtînga aştiyê' û ketibû rê. Xwişka Şîrînê, Seldayê got: "Tiştên li Haci Lokman Bîrlîk hatibû kirin bandorek mezin lê kiribû. ji ber vê biryara çûyînê da bû."
*Jiyana komunal li girtîgehê ji aliyê jinan ve dikeve jiyanê. Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên jin jiyana komunal ava kirin û gelek bernameyên hunerî pêk tîne û ji tinebûnê hebûnê diafirînin.
*Şervana YPJ'ê ya dilgerim û bi coşa azadiyê mezin bûyî Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) yekemîn jina ku ji bajarê Til Temirê tevlî têkoşînê bûye û di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest daye.
*Tenîsvan Gamze û Mehmet k udi bin bandora Sûrê de mann niha hedefên mezin dane ber xwe.
*Bi hatina sermayê re li bajarên ku hatin hilweşandin xebatên ji nûve avakirinê bil ez didomin. Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ya Wanê banga ji bo gel dubare kir û got divê demildest alîkarî bên kirin.
*Asîmîlasyona li ser zarokên Kurd bi girtina kanala ku bi kurdî weşan dikir, berdewam dike û her wiha li dibistanan dersên Kurdî yên tên dayîn jî li vê zêde bû. li dibistanên ku du saetan dersa Kurdî tê dayîn, di pirtûka dersa Kurdî de di rupela yekem de 'Xîtaba ji Ciwanên Tirk re' cih digire. Zarokan jî diyar kirin k udi dersên Kurdî de ji Kurdî pirtir Tirkî tê axaftin.