'Ji bo azadiyê Serok divê her kes têbikoşe'
09:01
Jînda Asmen/ JINHA
ŞENGAL - Endama Meclisa Jin ya Çiyayê Şengalê Şêrîn Salih diyar kir ku, 9'ê Cotmehê ji bo wan rojek reşe û got: "Di 9'ê Cotmehê de di kesayeta Rêbertiyê me de tevahî mirov hatin girtin. Ji ber ku Serok ne tenê Serokê neteweke, Serokê mirovahiyê ye."
Bi mebesta 18'mîn salvegera komploya navneteweyî 9'ê Cotmehê ya ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye, Endama Meclîsa Jinên Şengalê Şêrîn Salih nirxandin kir. Şêrînê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bakûrê Kurdistanê bi salan ji bo xebatê rêxistinbûnê ked daye û wiha got: "Di komploya navneteweyî de Yunanistan Rûsya, Îtalya û Roma bi aweyek yekser cih girtin. Xwedê rêyê wan reşkê. Serokek wiha ne hêjayî girtin û avêtina nava çar dîwaran de ye."
'Ji felsefeya Serok tirsiyan'
Şêrînê destnîşan kir ku di bingeh de hêzên desthilatdar ji felsefeya Abdullah Ocalan tirsiyane û wiha domand: "Tirsiyan ku felsefa Serok belavê welatê wan jî bibe. Fikrê serokê me fikrê insanetiyê ye. Serok insanê bindest re bû. Maf û hiqûkê çîna bindest digeriya. Siyasetê Serok siyasetek baqij û rastbû. Dewletên desthilatdar ji vê fikr û ramanê ditirsiyan. Barzanî û Celal ji Kurd bun, çima ew nehatin girtin. Ew jî hemû dewlêtan digeriyan û digotun em maf û hiquqê dixwazin, lê ew tu car ne hatin girtin. Çima istixberatek neketê du wan û ne girtin. Ji ber ku ew ji dagirker in. Xizmeta gelê xwe nedikirin. Ji bo berjiwendiyên şaxsi tevdigeriyan. Lê Serokê me, ji bo kesayeta xwe tiştek nexwest. Tenê xwesteka Serok azadiya gelê kurd û mirovahiyê bû. Ji bo vê bi destê dewletên navnetewî hate girtin. Yê ku destê wî di girtina Serokê me heye ez cardin dibêjim, em wana rûreş dibînin. Bê vicdan dibînin."
'Em dawa mafê Serokê xwe dikin'
Şêrînê destnîşan kir ku, Abdullah Ocalan li Greva Îmraliyê di nava çar dîwaran de jî, ji bo mafê mirovahiyê têdikoşe û wiha pêl da gotina xwe: "Ji bo gelê êzidî jî Serok di navbera çar diwara de banga parastina gelê êzidî kiribû. Serok tehlûkeya li ser gelê êzidî dizanî. Ji ber wê digot 'divê gelê êzidî bên parastin. Ew ê komkujiyek mezin were serê civaka êzidî. Gelê êzidî xilas bikin'. Serok xwedî li me derket û me pirskir, em jî dawa mafê wî dikin. Dema ferman li serê me rabu. Jin û zarokên me di destê DAIŞ'e de hatin dil girtin. Serok we demê ji dîsa, di navbera çar diwaran digot 'êşa ku jinên êzidî jiyan kirine, weke ku min jiyan kir.' Serok xema hemû mirovên bindest dixwe."
'Em ê tola Serokê xwe rakin'
Şêrînê bi lêv kir ku, destê dewleta Tirkiyeyê jî di komploya navneteweyî de heye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em hikûmeta Erdogan rûreş dibînin. Daxwaz û hêviya me ew e ku, tevahî gelê cîhanê ji bo azadiya Serok rabin ser piyane. Dewletên desthilatdar çawa Serokê me bi siyasetê xwe û bi sîxurên xwe dan girtin divê wiha jî serbest berdin. Serok ne bê xwediye. Serok ne tenê Serokê Kurdistan û partiyeke. Serokê tevahî gelê bindeste. Yên ku destê wan di girtina Serok de heye divê baş bizanibin eger neyê berdan em ji wan re nahelin. Em ê tola Serokê xwe rakin. Ez ji Çiyayê Şengalê dibêjim, insanê ku ji xwere dibêje ez insanim, insaniyetê diparêzim bila rabê ser xwe. Bila mafê Serok ji biparêze. Ji bo azadiya Serok têbikoşin."
(rc)